Pêngava Reqa: 90 sivîlên din hatin rizgarkirin
Li taxên navenda bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rû didin. Şervanên QSD’ê 90 sivîlên din jî rizgar kirin.
Li taxên navenda bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rû didin. Şervanên QSD’ê 90 sivîlên din jî rizgar kirin.
Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li navenda bajarê Reqayê bê navber didome. Ji şevê din û heta vê sibê li taxên Nehda û Berîd di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar rû didin. Şervan di van taxan de pêşve diçin. Şervanan li van taxan pirraniya wan jin û zarok 90 sivîlên din rizgar kirin.
Şervanan dest danîn ser miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan ku di nava wan de çekên doçka, guleyên fuzeyan û keleş jî hene. Li van taxan gelek mayînên ku çeteyan danîbûn hatin rakirin û hatin bê bandorkirin. Di encama şerê de 2 şervan birîndar bûn.