Li Reqayê 70 sivîl hatin rizgarkirin, 6 çete hatin kuştin
Li Reqayê, ji duh bi şev heta ber destê sibehê şer qewimî. Di şer de 6 çete hatin kuştin û 70 sivîl hatin rizgarkirin.
Li Reqayê, ji duh bi şev heta ber destê sibehê şer qewimî. Di şer de 6 çete hatin kuştin û 70 sivîl hatin rizgarkirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê dewam dike. Li taxên Nehda, Hurriye (Azadî) û Berîdê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbên giran li çeteyan dixin û her bi pêş ve diçin.
Li taxa Hurriye, di şer de wesayiteke çeteyan hate rûxandin û 5 çete hatin kuştin. Li heman taxê derb li wesayiteke zirxî ya çeteyan hate xistin.
Li taxa Berîdê jî şer giran e. Li vê derê, çeteyek ji ber teqîna mayina ku wan bi xwe bi cih kiribûn, mir.
Wekî din, tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSD'ê, 70 sivîlên din ji taxa Berîdê rizgar kirin.
Li taxên navborî, di şer de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanên QSD'ê.