Di Bagera Cizîrê de gundê Wesiha hate rizgarkirin

Şervanên QSD’ê gundê Wesiha yê dikeve başûrê bajaroka Siwerê rizgar kirin.

Şervanên QSD’ê ku di pêngava Bagera Cizîrê de pêşveçûna xwe didomînin, vê sibê li baskê Siwer gunde Wesiha ya dikeve başûrê bajarokê Siwarê, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Duh ji saetên sibê ve li gundê Wesîha di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şer dewam kir. Di encama şerê duh ku li gund derket de 4 çete hatin kuştin, cenazeyên wan ketin destê şervanan. Her wiha 2 BKC, B7’ek û 2 kleş ketin destê şervanan.

Li Baskê Mergeda jî şervan 3 kîlometreyan pêş ve çûn. Pêşveçûna şervanan dewam dike.

Li baskê Cezrat jî li gundê Til Kesra ku duh şervan ketinê, di navbera şervan û çeteyan de şerekî giran heye.

Li her sê baskan pêşveçûna şervanan didome. Di heman demê de şervanên Bagera Cizîrê ku tenê duh zêdeyî 20 hezar sivîl rizgar kirin, xebatên xwe yên rizgarkirina sivîlan didomînin.

Pêngava Bagera Cizîrê ku di roja 9’ê îlonê de dest pê kiriye di roja xwe ya 28’ê de bi hemû hêza xwe didome û şervanên pêşveçûna xwe ya li sê baskên pêngavê didomînin û derbeyên giran li çeteyan dixin.