Jinên ji Îdlibê xwe ji bo şer amade dikin

Ji şervanên jin ên ji Îdlibê, ku ji ber êşkenceya rejîmê û El Nûsra xwe li Şehbayê girtin, di nava Ceyş El Siwar de hêzeke jinê amade dikin û xwe amade dikin ku mohra xwe li dîrokê bixin.

Yek ji şervanên jin ên destpêkê yên ji Îdlibê Dr. Nadya Hasan e, ku em wê li navenda Ceyş El Siwar a li Til Rifatê dibînin. Ji ber ku me nebihîstibû ku Ceyş El Siwar xwedî hêzeke ji jinan e, Nadya Hasan a serê wê nixumandî ye û kincê leşkerî lê ye, bala me dikişîne. Em pê dihesin, ku jinên ji Îdlibê yên di nava Ceyş El Siwar de cih digirin, amadekariyê dikin ku hêzeke leşkerî ava bikin. Di dema dawî de, bi qasî 10 şervanên jin ên ji Îdlibê tevlî nava refên Ceyş El Siwar bûne. Nadya Hasan jî yek ji wan jinan e, ku hewl didin li nava Ceyş El Siwar hêzeke jinê ava bikin û mohra xwe li dîroka Îdlib, Hama û Hûmsê bixin. Ya rast, ji niha ve mohra xwe li dîrokê dixin. Ji ber ku jinên ji Îdlibê cara yekê ye ku dibin şervan. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê û vir  ve jinên ji Îdlibê êşên gelekî giran kişandine. Ji bo bibe yek ji wan jinan, ku dawî li van êş û azaran bîne, cihê xwe di nava Ceyş El Siwar de girtiye.

Ew, yek ji jinên Îdlibî ye ku êşên gelekî giran kişandiye. Nadya Hasan zewiciye û dayika 5 zarokan e. Di heman demê de doktor e. Mîna hevserê xwe, ew jî niha şervaneke Ceyş El Siwar e. Ji me re qala serpêhatiya xwe dike:

"Dema ku şoreşê dest pê kir, tevî Doktor Mahmûd El Aryen ez li Nexweşxaneya Martînî ya Helebê dixebitîm. Hêzên rejîmê birîndarên xwe dianî nexweşxaneya ez l3e bûm. Hin ji birîndaran li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest didan.

ÊŞKENCEYA REJÎMÊ

Ji mirina wan birîndaran, rejîmê doktor sûcdar dikir. Ji ber vê yekê ez girtin û salekê li girtîgehê hatim hiştin. Îstîxbarata Sûriyeyê dema ez girt, ji min re got, 'Em ê şîrê ku te ji dayika xwe mêtî ye, em ê ji bêvila te bînin'. Bi rastî jî welê kirin. Ewqasî êşkence li min kirin, malbata min û zarokên min jî dan jibîrkirin. Wê wextê êdî nema tiştek dihate bîra min. Belgeya min a doktoriyê, betal kirin.

PIŞTRE, NÛSRA DEST PÊ KIR

Piştî ku hatim berdan, yekser vegeriyam Îdlibê. Wê demê li Îdlibê di bnavbera hêzên rejîmê û mûxalîfan de şerekî dijwar diqewimî. Ez doktor bûm û di nava şert û mercên gelekî giran de dixebitîm. Rojekê El Nûsra hat û ez girt. Wan jî bi îdîaya 'sîxura rejîmê' ez sûcdar kirin. Mîna rejîmê, Nûsra jî gelek êş û êşkence li min kir.

JI HERDUYAN REVIYA

Piştî ku ji girtîgehê derketim, ez hatim herêma Ceyş El Siwar. Şukir ji Xwedê re, li herêma Ceyş El Siwar min azadî dît. Niha bi rengekî dilxwaz, em 10 hevalên jin di nava Ceyş El Siwar de cih digirin. Bi temamkirina hejmara xwe re em ê biçin perwerdeyê û hêza xwe ava bikin. Gel û jinên Îdlibê wê vê bibînin. Em jin, timî bêparastin hatin hiştin. Lê êdî em ê karibin xwe biparêzin.

Ez zanim, ku xwişkên min ên li Îdlibê niha êşên gelekî giran dikişînin. Di nava 6 salan de gelek ji mirovên me kuştin. Ji aliyê rejîmê, DAIŞ û El Nûsra ve tên kuştin. Bang li xwişkên xwe yên ji Îdlibê dikim; azadiya me di nava têkoşîna QSD'ê de ye. Di nava Ceyş El Siwar de ye, ku yek ji pêkhateya QSD'ê ye. Bila berê xwe bidin me, em bi hev re li ber zilmê rabin û Îdlibê azad bikin."