Gelê Sirînê cenazeyê şervanê YPG'ê Ebû Seyf veşart
Ji bo şervanê YPG’ê Ebû Seyf ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû merasîmeke leşkerî hate çêkirin, bi tevlêbûna gelê Sirînê cenazeyê şervanê YPG’ê hate veşartin.
Ji bo şervanê YPG’ê Ebû Seyf ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû merasîmeke leşkerî hate çêkirin, bi tevlêbûna gelê Sirînê cenazeyê şervanê YPG’ê hate veşartin.
Gelê Sirîn û gundên wê darbesta şervanê YPG’ê Qasim Mûsa (Ebû Seyf) veşartin. Qasim Mûsa di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû.
Gelê baharê Sirîn û gundên wê ji ber rakirina darbesta şervanê YPG’ê Qasim Mûsa (Ebû Seyf) li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev. Li ber avaiyê şervanên YPG’ê merasîmeke leşkerî çêkirin.
Endamê Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Gêlo Elî piştî merasîmê axivî û got gelê Sirînê diyar kiriye ku ew li pey rêça şehîdên azadiyê ne û di şerê dijî DAIŞ’ê de berdêlen mezin didin.
Gêlo bang kir ku her kes li rêça şehîdan xwedî derbikeve û xwe tevlî nav xebatên komun û meclîsan bike.
Gel bi karwanekî wesayityan darbesta Qasim Mûsa heta bi bakurê bajêr birin. Piştî nimêja ku hatîn kirin şervanê YPG’ê bi tililiyên dayikan hate veşartin.