Li Reqayê derdorî stadyûmê şer dijwar e, 17 sivîl hatin rizgarkirin
Li rojavayê stadyûmê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. Li taxên rojavayê bajêr jî 25 sivîl hatin rizgarkirin.
Li rojavayê stadyûmê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. Li taxên rojavayê bajêr jî 25 sivîl hatin rizgarkirin.
Îro Ji saetên sibehê ve li rojavayê Stada Reş a dikeve rojavayê taxa Bedû û bakur rojhilatê nexweşxaneya Wetenî yên navenda bajêr, di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerê dijwar diqewimin.
Stadyûm nuqteya leşkerî ya dawiye li Reqayê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye. Li gorî agahiyên hatine girtin, çeteyan li stadê tunelek kolandine da bi hêsanî tev bigerin. Çeteyan ev tunel wekî girtîgeh jî bi kar danîn û sivîlên direviyan li vir digirtin.
Di encama şerê ku li taxên rojavayê bajêr rû da de, 25 sivîlên din hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.
Di şerê li taxên rojavayê bajrê diqewimin de jî 25 sivîl ji destê çetan hatin rizgarkirin. Sivîl piştre ji aliyê şervanan ve li cihê bi ewle hatin bicihkirin.