Agirî û Tendurek, ji bo artêşa Tirk veguherîn birîneke mezin

Ji bo artêşa Tirk, Agirî û Tendurek veguherîne birîneke mezin. Li vê herêmê careke din hate dîtin, ku tenê bi teknolojiya leşkerî, vîn û hêza mirovan nikare bê têkbirin.

Hikumeta AKP'ê, bi xwarina sondên ji bo qedandina gerîla dest bi sala 2017'an kir. Hemû derfetên dewletê seferber kir û bi rêya derxistina qanûnên nû, leşkerî hê bêhtir parast. AKP'ê artêş timî derxist operasyonê û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê zêde kir. Her operasyoneke artêşa Tirk li AKP'ê bû husran. Yek ji mezintirîn operasyonên sih salên dawî, li Agirî û Tendurekê hate kirin. Ev operasyon di heman demê de ji bo artêşa Tirk veguherî têkçûneke mezin.

Herêma Tendurekê, di navbera Tirkiye û Îranê de yek ji navendên bazirganiyê ye. Ji ber ku lûleya gaza xwezayî ji vê derê derbas dibe, herêm bêhtir stratejîk dibe.

Rêya li vê derê, ku armanca xwe ya bingehîn 'bazirganî' xuya dike, ji bo armancên leşkerî tê bikaranîn. Desteya Wezîran roja 27'ê Kanûna 2016'an biryarek stand û ji 1'ê Çileyê heta 31'ê Kanûnê, herêma Agirî û Tendurekê heta salekê weke 'herêma ewlekariyê ya demkî' ragihand.

Her wiha, ji bo pêşî li çûn û hatina gerîla bigire û nehêle ku nikaribin li herêmê bimînin, bi hevkariya Îranê li ser sînorê Tirkiye û Îranê dest bi lêkirina dîwêr kir.

Ji ber rewşa xwe ya stratejîk, dewleta Tirk li herêma Tendurekê mîna her sal îsal jî dest bi operasyonan kir.

'OPERASYONA HERÎ MEZIN A 30 SALÊN DAWÎ'

Operasyona destpêkê ya salê roja 10'ê Gulanê li Tendurekê dest pê kiribû û medya AKP'ê ji bo vê operaysonê gotibû, 'Operasyona herî mezin a 30 salên dawî'. Operasyona duyemîn roja 21'ê Îlonê dest pê kir û ya dawî jî 27'ê Îlonê ji aliyê artêşa Tirk ve hate destpêkirin. Di hemû operasyonan de artêşa Tirk bi fortên serketinê bi rê diket. Û li vê herêmê li bin guhê berxwedana mezin a gerîla ket.

DENG JI RAYEDARÊN TIRK DERNEKET

Em rewşê û bûyerên qewimîne, vê carê jî bi çavên HPG'ê bibînin. Dema mirov li daxuyaniyên HPG'ê dinerin, dibînin ku rewş berevajî tişta ku medya AKP'ê nîşan dide, ye. Ji xwe piştî her operasyona li vê herêmê, hemû rayedarên dewletê xwe kerr, lal û bêdeng kirin.

Di daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate ragihandin, ku her operasyon bi beşdariya bi hezaran leşker û cerdevnan û bi teknolojiya dawî ya artêşê tê meşandin.

YARBAY Û SERDAREK, BI GIŞTÎ 37 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser van operasyonên berfireh ragihand, ku di operasyona 10'ê Gulanê de artêşa Tirk derbên giran li artêşa Tirk dane, yarbayek û serdarek di navê de 37 leşker hatine kuştin. Û helîkoptereke Kobra ya ku bombe li herêmê barand, hate xistin.

DI OPERASYONA MEHA ÎLONÊ DE HERÎ KÊM 88 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk, roja 21'ê Îlonê li qada Demîrkapi ya navçeya Bazîdê, bi beşdariya yekîneyên taybet dest bi operasyonê kir. Ev operasyon jî li bin guhê berxwedana gerîla ket. Yekîneyên gerîla herêm bi xurtî bi kar anî û li ser bingeha kontrolkirina temamiya herêmê, derbên giran li artêşa Tirk xist. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê da zanîn ku di vê operasyonê de 19 leşker hatin kuştin.

Wekî din, di 27'ê Îlonê de bi beşdariya bi hezaran leşker û cerdevanan li Agiriyê, operasyon hate destpêkirin. Di vê operasyonê de gerîla dor li gelek yekîneyên operasyonê girtin û derbên xurt li wan dan. 69 leşker li vir hatin kuştin, 44 leşker jî birîndar bûn.

LI LEŞKERÊN XWE XIST

Artêşa Tirk, di operasyona dawî de ji bo karibe li ser herêmê serwer be, li leşkerên xwe jî reşand. Vê yekê bêçaretiya artêşa Tirk radixist pêş çavan. Artêşa Tirk gelek caran leşkerên xwe yên mirî û birîndar li naverastê hişt. Ev jî tê wê wateyê ku artêşa Tirk li vê herêmê gelekî qels e û nikare kontrolê bike.

TC, tevî ku rê girt, dîwar lê kir, bi hezaran leşker derxist operasyonê û teknolojiya herî pêşketî bi kar anî jî, nekarî bandorê li vê herêmê bike. Her gavê li bin guhê berxwedana gerîla ket. Teknolojiya leşkerî ya ku artêşa Tirk her roj reklama wê dike, li herêmên ji aliyê gerîla ve tê kontrolkirin, li pêşberî taktîkên gerîla her têk diçe.

Ji bo artêşa Tirk, Agirî û Tendurek veguherîne birîneke mezin. Haya xwe jê nîne ku vîn û baweriya mirovan dikare çi biafirîne. Li vê herêmê careke din hate dîtin, ku tenê bi teknolojiya leşkerî, vîn û hêza mirovan nikare bê têkbirin.