Yên ku bi vî rengî şer dikin ti carî têk naçin -2

Di roja duyemîn a bi Tabûra Şehîd Lewend re, me amadekariyên wan ên çalakiyê, dema êrîşê û têkbirina êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê şopand.

Di roja duyemîn a bi Tabûra Şehîd Lewend a Qamişloyê de, em li sê cihên cuda bi kelecan û moralê liv û tevgera wan dişopînin. Bi Kurd û Erebên xwe, ji bo Kurdistana azad, ji bo Rojava û Sûriyeyê şer dikin, dijîn û bi vê têgihişt û moralê bi ser dikevin.

Tabûra Şehîd Lewend ku ji Qada Petrolê ya El Omer (Haqil Omer) dest pê kir û li Şîrketa Petrolê ya Tenekê (Haqil Tenek) xwe gihand hemû endamên alayê, li nêzî bajarokê Hecînê ku yek ji bajarokên dawî yên di destê DAÎŞ'ê de ye, hewldana êrîşê şikandin.

DEMA LIV Û TEVGERÊ

Danê nîvro yê roja din em dîsa diçin cem Tabûra Şehîd Lewend. Îro wê operasyon bê kirin û baskên tabûrê wê dest bi êrîşê bikin. Dema me xwe gihandin nuqteyên wan, destpêkê nobedar derketin pêşiya me. El Omer tevî ku hatiye rizgarkirin jî parçeyekî ji eniyê ye û şervan ti carî tedbîran ji dest bernadin.

Dema me xwe gihand nuqteyê, em şervan Enver û Egîd dibînin ku çeka xwe paqij dikin. Ji ber ku li Dêra Zorê çol û toz gelekî zêde ye. Piştî demeke kin her du şervan jî xwe ji operasyonê re amade dikin. Egîd dibêje, "Em ê îro ji bo gelê xwe biçin şer. Ji ber ku gelê me gelek zilm ji destê çeteyan dît."

Û fermandar Egîd ji hêza xwe re dibêje 'amade bin'. Her kes rextên xwe girê didin, radihijên çek û betaniye, nivîs, av û pêdiviyên din. Ev kar bi rengekî kolektîf tê kirin.

ŞERVANÊ EREB Ê BI NAVÊ OCALAN

Di dema vê amadekariyê de li şervanekî ciwan rast têm û hestên wî jê dipirsim. Şervan dibêje navê wî Ocalan e û bi Kurdî diaxive: "Em diçin eniyê. Gundên Dêra Zorê. Bijî heval û Kurdistan. Em Kurd û Ereb..." Piştre disekine û dibêje "Ez ji gelê Ereb im, Kurdiya min têrê nake". Ji Kurdiya Ocalan min destpêkê fêhm nekir ku ew şervanekî Ereb e. Min jê xwest ku axaftina xwe bi Erebî bidomîne.

Ocalan jî bi Erebî wiha got, "Em Kurd û Ereb hemû bira ne. Em tevlî Pêngava Dêra Zorê dibin. Em piştrast in ku em ê bi ser bikevin. Ji ber ku em Kurd, Ereb û Xiristiyan hevdu temam dikin." Mîna Ocalan min gelek şervanên din ên Ereb dît ku qala Kurdistanê kirin.

Rojava parçeyek ji erdnîgariya Kurdistanê ye û şervanên Ereb jî bi vê zanin. Lê ew vê nakin hinceteke şovenîzmê ya jî tirsê. Ew jî ji Qamişloyê ne. Çawa ku Qamişo parçeyek ji Sûriyeyê ye, her wiha ji aliyê erdnîgarî ve parçeyekî Kurdistanê ye. Bi vê zanin û bi dil û can bi Kurdistanê re ne.

RAWESTGEHA ME YA DESTPÊKÊ ŞÎRKETA TENEKÊ YE

Hê wesayitên Tabûra Şehîd Lewend nehatine, lê belê Tabûra Şehîd Sabrî ku ew jî hêzeke Qamişlo ye bi wesayitekê hate gel wan. Dema ji wesayitê dadikevin navê tabûrê diqîrin, moralê wan ne kêmî moralê Tabûra Şehîd Lewmend e. Di nava otobusê de şervan bi Erebî stranan dibêjin.

Belê, wesayitên Tabûra Şehîd Lewend jî tên û şervan bi lez û bez eşyayên xwe lê bar dikin. Her fermandarekî baskekî hêzê amadekariya xwe dikin û fermandarê tabûrê Egîd jî hemûyan kontrol dike.

Em êdî bi rê ketin û em ê biçin şîrketa petrolê ya Tenekê ku mîna El Omer hatiye rizgarkirin. Rê dijwar e, gelek kortik li ser rê hene.

Li herêma navbera Qada Petrolê ya El Omer û Şîrketa Tenekê, çeteyên DAÎŞ'ê beriya niha gelek caran mayîn bi cih kirin. Û hin şervan ji ber van mayînan şehîd bûn. Lê niha ji ber ku şervan bi pêş ve çûne, rê hinekî din bi ewle ye. Dîsa jî kontrolkirina çolê hêsan nîne.

Di rê de şervan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG" diqîrin.

HEMÛ HÊZ DIGIHÊJIN HEV

Belê em niha li şîrketa petrolê ya Tenekê ne. Şîrketa petrolê ya Tenekê nêzî eniya herî pêş e. Şîrket piştî ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin, çeteyên DAÎŞ'ê gelek caran êrîş birin ser, lê ti ji van êrîşan bi ser neketin.

Li vê derê hin şervan beriya koma me hatin. Cihê kombûna hemû koman e. Piştî ku şervan ji wesayitan peya bûn silav dan şervanên komên din û bi hev re govend gerandin.

Du baskên êrîşê yên tabûra Şehîd Lewend hene. Du fermandarên van her du baskan jî hevrêyên ku ji destpêka şoreşê ve li gel hev têdikoş in. Ji van Ferhat Kobanê li Haqil Tenekê hêza xwe cara dawî kom dike û beriya bi rê bikeve hişyariyên dawî dike. Hevalên wî jî bi baldarî lê guhdarî dikin.

Piştî bêhnvedaneke kin, kom li wesayitan siwar dibin. Konvoy vê carê hê qelebalix e. Şervan bi nîşaneya serketinê bi rê dikevin. Fermandarê Alayê Mîtan jî beriya bi rêketinê hemû wesayitan kontrol dike.

Mîtan şervanekî kevn ê YPG'ê yê ji Qamişloyê ye ku bi şerê xwe navdar e. Li her cihê Rojava û Bakurê Sûriyeyê şer kiriye. Mîtan dibêje, "Em diçin serketinê. Ji bo jiyana azad a gelê me em ê çeteyan biqedînin." Tevî ku em bi israr jê dipirsin jî nabêje bê wê bi ku ve biçin. Dibêje, "Plansaziyek li pêşiya me heye, wê li wir diyar bibe."

LI PÊŞIYA HECÎNÊ EM LI ÇEPERÊN HERÎ NÊZÎ DAÎŞ'Ê NE

Ji Haqil Tenekê em bir ê dikevin. Di çolê de diçin. Ji ber ku hejmara wesayitan zêde ye toz bi ser me ve dikeve û nikarin dîmen bikişînin. Di vê rêyê de bendên kontrolê yên şervanên QSD'ê hene. Lê belê herêm berfireh e û li her du aliyên wê herêmên di destê DAÎŞ'ê de ne hene.

Di dawiya dawî de em digihêjin nuqteya ku em diçûnê. Li vir çeperên ji axê yên QSD'ê hene. Şervan vê carê ji her demê bêhtir bi lez û bez eşyayan ji wesayitan dadixînin. Jİ ber ku em li çeperên herî nêzî çeteyên DAÎŞ'ê ne. Li nêzî yek ji bajarokên dawî yên di destê çeteyan de ye, Hecînê ne.

Baskekî Tabûra Şehîd Lewend ji vir bi rê dikeve û diçe çeperên bi 300 metreyî dûr. Ew ê bi şev li dijî çeteyan dest bi êrîşê bikin. Baskê din jî wexta ku dema êrîşê hat wê ji vir bikeve nava tevgerê. Dibe ku danê sibehê êrîş bikin.

Şervan bi şev û roj dikarin êrîş bikin. Şev xeteriya herî mezin dayîn in, rojê jî fuzeyên DAÎŞ'ê. Lê belê ev nikarin li pêşiya şervanên YPG'ê bibin asteng. Ji ber ku ew zanin bê ji bo çi şer dikin û fedayî ne.

HEWLDANA ÊRÎŞÊ YA ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê JI DESTPÊKÊ VE HAT TÊKBIRIN

Şervan bi lez û bez li çeperan bi cih dibin. Ji çepera fermandarê alayê Mîtan lê ye, em dengê bîksiyê (BKC) dibihîzin. Ji cihê çeperên DAÎŞ'ê lê ne, qemyonek tê. Çeteyên DAÎŞ'ê dixwazin êrîşekê bikin. Şervanê xwedî tecrûbe Mîtan yekser bi qemyonê dihese. Şervan baş bi van wesayitan dizanin ku çete ji bo êrîşa xwekujiyê bi kar tînin.

Û êdî dibe şev, mirov bi zorê pêşiya xwe dibînin. Ji ber ku ji çeperên din jî gule tê reşandin, qemyon vedigere.

Fermandar Mîtan bi şevê re me ji herêma ku em jê hatine vedigerîne. Em jî bi hêviya serketinê xatirê xwe ji şervanan dixwazin. Lê dil û mejiyê me bi wan re dimîne.