Cenazeyê şehîd El Hesenî hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Menaf El-Hesanî (Umer Tirbespiyê) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.

Bi tevlîbûna sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê Menaf El-Hesanî bi merasîmekê li Goristina Şehîd Dilşêr hate veşartin.

Marasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî yaji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve destpê kir. Piştre jî ji fermandarên YPG‘ê Mihemed Zêdan, Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Zekî Ibrahîm û li ser navê malbata şehîd Menaf axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate desnîşankirin ku hevgirtina hemû pêkhateyan herêmê ji terorê tê parastin û bi hev re dijîn.

Birayê şehîd Menaf jî diyar kir ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û soza şopandina rêya wî da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. piştre jî cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.