Bagera Cizîrê: 17 çete hatin kuştin

Di Pêngava Bagera Cizîrê de ya ku 126 roj in berdevam dike, şervanên QSD’ê bi pêş ve diçin. Di şerê li bajarokê Hecînê de 17 çete hatin kuştin

Li nêzî bajarokê Hecînê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran çêbû. Di vî şerî de 17 çete hatin kuştin.

Di heman demê de li bakurê rojhilatê Hecînê kargeheke çeteyan a çêkirina hawanan ket destê şervanan. Di vê kargehê de gelek roket hatin bidestxistin.

Ji aliyê din ve li gundê Xeranicê hinek cebilxane ket destê şervanan.