Nebîl Milhim: Projeya Ocalan, Sûriyeyê dike warê hemû pêkhateyan

Milhim işaret bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku projeya Sûriyeya Demokratîk a Ocalan re ji bo tevahiya Sûriyeyê rêya çareseriyê ye û hemû pêkhateyan digire nava xwe.

Nivîskarê Sûriyeyî Nebîl Milhim da xuyakirin ku temenê gelê Kurd bi qasî temenê çiyayan kevn e û got, "Kengî nasnameya Kurdî hebû weke dema me ya îro? Di baweriya min de nasnameya Kurdî beriya Ocalan ne weke piştî hatina wî bû."

Milhim işaret bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku projeya Sûriyeya Demokratîk a Ocalan re ji bo tevahiya Sûriyeyê rêya çareseriyê ye û hemû pêkhateyan digire nava xwe.

Romannivîs û rojnamevanê Sûriyeyî Nebîl Milhim ê li bajarê Siwêdayê yê li Başûrê Sûriyeyê ji dayik bû û li gelek rojname û kovaran xebitî, tevî gelek pirtûkan li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirtûkek nivîsand.

Milhim li ser şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, rewşa rejîmê û 'mûxalefetê' û projeya çareseriyê ya Bakurê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Piraniya nivîskar û hunermendan bi sedema cenga Sûriyê, ji welêt reviyan. Tu yek ji wan e, ne wisa?

Na, ez ne ji Sûriyê û ne jî ji cengê reviyame. Bo demeke kurt min koç kir û di demeke nêz de ez ê vegerim.

Sedema vegera te çi ye?

Mirovê Sûrî yê li hundirê welêt, di gelek berhengariyên cur bi cur de jiyana xwe derbas dike. Hebûna wî di jiyanê de bi xwe berhengarî ye. Îcar çawa ku xwe di nava dijberan de dibîne, ku ew ne li aliyê yekî ji wan e!. Çawa xwe rû bi rû bi bîraweriya xwe re dibîne! Şam bo min jêdera bîrewariyê ye, bi her hûrgiliyekê re, bîranînên min hene.

Dema vegere, tu ji pirsgirêkan natirsî?

Hê bi milyonên Sûrî li welêt dimînin. Helbet rewşa min ji ya wan ne baştir e. Dibe ku li wir ez rastî astengiyan bêm, lê ez ê ne tune bim. Li vir ez tune me. Li vir ez aşê tenahiyê me, aşê tecrîdê me. Li vir ewlehiya derew heye. Dîsa ez dibêjim, berhengarî meznahiya herî paybilind e. Ji lew re veger pêwîst e. Qirêjtirîn vexwendî bo Sûriyan hate kirin arandina bo ji welêt der bikevin. Ew arandin ji du hêlan ve hate kirin, desthilatî xwest ku xwe ji barê wan xilas bike. Her wiha rikberî (muxalefet) bazirganî bi wan kir.

Bala xwe bidê ku tu êrîşî rikberiyê dike bêhtir ji desthilatdariyê!

Rast e. Li gorî min, desthilatdarî betalkirin paşerojê ye. 50 sal ji temenê welêt betal kirin. Welat kir mîna zindanekê, lê qet nikarîbû xeyala paşerojê tune bike. Rikberiyên riswa, hêvî ji kokê ve hilweşandin. Gemara dema bihurî bo xwe re hilgirtin û dergehên paşerojê girtin. Ji lew re ew bi du qatan ji rejmê qirêjtir in.

Tu gelekî bal dide li ser lehengan, gelo pêdiviya milet li lehengan heye?

Belê, pêdivdar in. Takekes liva dîrokê bilez dike, yan taloq dike. Di bistikekê de, leheng gerek in, ji ber hêza hebûnê. Dema ku nasnameya miletan saz dibe, êdî pêdiviya lehengan namîne.

Di peyvên li ser lehengan de, te qala Mandêla, Xandî û Abdullah Ocalan kiriye. Çi her sê kesayetiyan dicivîne?

Ez ê ne li ser rêbazê biaxifim û ne jî di siyasetê de. Ew her sê kesayetî xeyala romanê li cem min diafirînin. Heman xeyal li cem miletên xwe jî diafirînin. Ji vir zayîna kesayetiya leheng dest pê dike. Ez ji te dipirsim, tu Kurdî, temenê gelê Kurd ji temenê Çiyayan e, kengî nasnameya Kurdî hebû, weke dema me ya îro?. Di baweriya min de, nasnameya Kurdî beriya Ocalan ne weke piştî hatina wî ye. Ev nehîniya çîrokê ye.

Tu dikarî qala axaftina xwe bi Ocalan re bo gelek rojan bike. Li gorî gelek wêneyan, hûn carekê li Tedmurê ne û careke din bi hev re li cihekî din hûn xwarinê dixwin?

Di demekê de, têkiliya min bi Ocalan re, têkiliya rojnamevanekî bi lîderekî siyasî re derbas kir. Ew bo min giyanê serpêhatiyê diyar dikir. Ji xwe bawer bû, lîderekî rasteqîn bû, giyanê lîdertiyê li cem wî geş bû. Ocalan ji min re pirs nû kir, ew pirsa ku siyasetmedar ber bi hebûnê ve derbas dike. Ez ê çîrokeke kurt ji te re bibêjim. Dema Ocalan serdana min li gundê min kir, di xelkên gund de, gundiyên xwe dît, heman jîngeh, zimanê xelkê, jiyana wan a sade... Li vir çi çê bû? Ew bû weke zarokekî ku dixwaze bileyize, çû li paş tevna berrikan rûnişt û bi rengê hiriyê re leyist. Wisa tevn di destê wî de weke mûzîkjenekî di orkêstrayekê de xuya dibû.

Te hevdîtin bi Ocelan re kir û pirtûkeke te li ser wî  heye. Xalên sereke di pirtûkê de çi ne?

Jiyannameya (bîografî) kesayetiya wî bû. Lê eger derfet bo hevdîtineke nû çê bibe, ez ê dergehekî din vekim, dergehê nêrîn û felsefeya Ocalan. Ez bawer im ku zindan hêzeke mezin da vî mirovî da mijûl bibe. Cewherê wê mijûlê di "Vegerandina Ezmûnê (tecrûbeyê)", "Manefêstoya Şaristanî û Demokrasiyê" û "Serdema Xwedanên rûnixumandî û padîşahên tazî" de baş diyar dibe.

Tu çawa niha Ocalan dişopîne, piştî nêzî 20 salan ji hebûna wî di girtîgehê de?

Ocalan ne jiyannameyeke din vekirin yan girt. Ocalan yek ji pêşengên tevgera azadiya cîhanî ye. Rojnivîskên zindana wî, berhemên felsefeya wî û serencamên tecrûbe û ramanên wî digiîjine me. Carnan bi rêya pirtûkên wî, carnan jî bi rêya hevalên wî, her weha bi rêya têkiliyên min bi parêzerên wî re, ku ew hevalên min in. Lê hê jî ez dixebitim û lêkolînan dikim, dişopînim û peywendiyan dikim. Ne tenê ez im ji nava nivîskarên Ereb ên ku van tiştan dikin. Ji demeke ne dûr ve, têkilî di navbera min û Heysem Menai de çê bûbû. Heysem li ser jiyannameya Ocalan xebitî û pirtûkek li ser pêşengên tevgera azadiyê afirand. Tê de du kesayetî kirin nimûne, Mandêla û Ocalan.

Tu baş dizanî ku peyvên te li ser Ocalan dergehê agirê dojeha rikberiyan li ser te divekin. Çimkî ew Ocalan weke "cudaker û terorîst" destnîşan dikin!.

Çi dibêjin bila bibêjin, ne xema min e. Eger Ocalan Îslamî bûna, yan jî peyeyê sultan bûna, eger Osmanî bûna, wê sola wî maç bikirbûna. Ez fermanan ji sultanên Osmaniyan û yên Îxwan El-Muslimîn nagirim. Lê kî dikare bibêje ku Ocalan cudaker e?. Kî dikare bibêje ku projeya Sûriyeya Demokratîk projeyeke cudaker e?. Ez vê mijarê li vir gotûbêj nakim, lê Sûriyê li gorî projeya Ocalan a hemû pêkhateyan e. Dema ku tu dibêje Komara Erebî ya Sûrî, 3 peyv in, Sûriyê dike ya Ereban bi tenê, lê dema tu dibêje Komara Sûrî, 2 peyv in, welat dike yê hemû Sûriyan. Ez bawer im ku mijar bi şêweyî pir hêsan dibe û baş zelal e.

Te gotiye ku ti sûde ji rejîm û rikberiyê tune ne. Naxwe berê Sûriyê li kû ye?

Binêre, di xwezayê de lehî diqewime, xweza wêran û berebat dibe. Lê dîsa ji nû ve xwe rêz dike. Ez bêguman dibêjim ku wê hêzên nû ji lehiya Sûrî bên afirandin. Ev hêz wê têkiliyên xwe bi yên berê re qut bikin. Ev yek bo sedemekê ye, hêzên berê napejirînin ku yên nû li ser bermahiyên wan ava bikin, ew bermahiyên qirêj û gendele. Jinûavakirina bermahiyên wan ji avakirina nû dijwartir e. Eger miletên Sûrî bikarîbin hêzên xwe yên nûnertiya wan dikin biafirînin, wê rizgarî para wan be. Eger na be, wê demê em ê bibêjin "Xwedan alîkar be".