Li Girê Spî 100 ciwanên din tevlî QSD’ê bûn

Li Akademiya Şehîd Lorens û Akademiya Şehîd Ezîz 100 ciwanên ku ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê dewreya perwerdehiyê qedandine, bi merasîmekê tevlî hêzên QSD’ê bûn

Li Akademiya Şehîd Lorens 40 û li Akademiya Şehîd Ezîz jî 60 ciwanên ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê bi merasîmekê dewreya perwerdehiyê qedandin û tevlî nav hêzên QSD`ê bûn.

Di merasîmê de fermandar û şervanên QSD`ê amade bûn. Heqî Kobanî di destpêka merasîmê de axivî û got ʺEm bi şervanên xwe serbilind in, ji ber ku wê herêmê ji çeteyan paqij bikin û welatekî azad ava bikin.ʺ

Piştî axaftinê, ciwanên ku tevlî QSD`ê bûne, sond xwarin. Di dawiya merasîmê de, şervanên QSD`ê dîlan gerandin.