Rejîmê baregeha hewayî ya Ebû Zûhûrê kontrol kir

Hêzên rejîma Sûriyeyê, Baregeha Hewayî ya Ebû Zûhûr ku bi 40 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Îdlibê ye kontrol kirin.

Hêzên rejîma Sûriyeyê ev demeke li dijî komên çete yên Heyet-î Tahrîr'ûş Şam ku El Nûsra hêza wê ya sereke ye, bi pêş ve diçin. Tê gotin, hêzên rejîmê gelek herêm ji komên çete standiye.

Baregeha Hewayî ya Ebû Zûhûr ku bi 40 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Îdlibê ye, ji sala 2015'an û vir ve di bin dagirkeriya çeteyan de bû.

Pêşveçûna hêzên rejîma Sûriyeyê li Îdlibê, Tirkiye aciz kiriye. Dewleta Tirk ku ji bo parastina çeteyan li herêmê bi cih bû, bi pêngavên dawî yên rejîmê re tengav bûye. Rêveberiya Tirk rêveberiya Şamê sûcdar dike ku 'pêvajoya Astanayê' xera kiriye.