Yên bi vî rengî şer dikin ti carî têk naçin -1

Şervanên YPG'ê ku bi moral, stran û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û YPG'ê şer dikin, sira têkbirina DAÎŞ'ê radixin pêş çavan.

Pêngava Bagera Cizîrê ev 4 meh in dewam dike. Di destê DAÎŞ'ê de herêmek biçûk maye, lê belê ev nayê wê wateyê ku pêngav wê ji niha û pê ve bi hêsanî bimeşe. Tê gotin ku hejmara çeteyan a li herêmên mayî gelekî zêde ye.

Hêzên YPG'ê yên di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih digirin xwe li gorî vê yekê bi rêk û pêk dikin. Hêzên xwe yên ku demeke dirêj e di nava pêngavê de ne bi yên nû diguhere, ya jî hêzên nû tevlî wan dike.

Hêz xwe li herêman bi rêxistin dikin. Yek ji van jî hêzên herêma Qamişloyê ne. Ev hêz ji şervanên Kurd û Ereb pêk tê. Hinek jê berê jî tevlî qonaxên cuda yên pêngavê bûn, hinek jî hê nû tevlî dibin.

Lê belê hemû jî bi hêvî, têkoşer û bi moral in. Tevî ku ev hêz hêza şer e, bi sekn û jiyana xwe jehrkujiya nîjadperestî û mîlîtarîzmê ne. Mirov dikarin bêjin ku nîşaneya şêweyê neteweya demokratîk e.

Berî sê rojan me derfet bi destê me ket ku em serdana van hêzan bikin. Em tabûra Şehîd Lewend a Qamişlo dişopînin. Me rojeke tabûra Şehîd Lewend a li eniya şer, hevrêtî, sîstema leşkerî, dilsoziya bi hev re û rê û rêbazên wan ên êrîşê şopand.

Di beşa destpêkê ya nivîsa xwe de em ê qala şahidî û sohbeta xwe ya li nava şervanan bikin.

YEK JI TABÛRÊN DESTPÊKÊ YÊN YPG'Ê

Tabûra Şehîd Lewend dawiya sala 2012'an ava bû. Yanî yek ji tabûrên destpêkê yên şoreşê ye. Di nav de gelek şervanên Kurd û Ereb hene. Tevî vê yekê şervanên ku hê 8 meh in tevlî YPG'ê bûne jî hene.

Şervan dibêjin, şervanên Tabûra Şehîd Lewend di nava YXK'ê de kedeke xwe ya mezin heye, ku komên destpêkê yên beriya YPG'ê bû. Destnîşan dikin ku wan navê hevalê xwe Lewend ê ku sala 2013'an di şerê Serêkaniyê de şehîd bû li tabûra xwe kirine û hewl didin hêjayî bîranîna wî bin.

'ÇETE JI BER WE DIREVIN, HÛN JÎ JI KAMERAYÊ DIREVIN...'

Li herêma petrolê El Omer, em serdana tabûra Şehîd Lewend dikin. Fermandarê Tabûrê Egîd e ku şervanekî ciwan xuya dike. Cîhaza di guhê wî de bala min dikişîne. Di şerê Minbicê de ji ber teqîna wesayiteke çeteyan a li nêzî wî birîndar dibe û xisar digihêje guhê wî.

Sohbeta şervanan xweş e. Lê belê dema em kamerayê vedikin, hemû belav dibin. Fermandar Egîd bi rûyekî li ken ji şervanan re dibêje, "Werin werin, çete ji ber we direvin, hûn jî ji kamerayê direvin." Piştre şervan dîsa li hev dicivin. Lê belê vê carê Egîd bi xwe naxwaze ji kamerayê re biaxive.

ŞER BÊ MORAL NAYÊ KIRIN

Di dema sohbetê de şervanek dibêje, "Dema şert û merc guncaw bin, hema hema her roj em li eniyê li hev dicivin, distirên û govendê digerînin." Piştre dibêjin ku ji nava wan dengê hevalê Devrîm xweş e. Devrîm jî bi wî dengê xwe yê bedew strana Merwano ya li ser gerîlayekî şehîd hatiye nivîsandin, distirê.

Şervan piştre şervanekî bi navê Mahsûn Korkmaz nîşan didin. Ew jî dibêje, dengê wî ne zêde xweş e û dibêje, "Li pêş me şerek heye. Em diçin pêngavê. Em serketî ne û em ê bi ser bikevin." Piştre hemû bi hev re strana Qamişlokê disitrên.

Devrîm hê salek berê tevlî YPG'ê bûye. Cihê xwe di nava Pêngava Reqayê de jî girtiye. Devrîm dibêje, "Em tevlî Pêngava Reqayê bûn, baş derbas bû. Em hatin Pêngava Dêra Zorê. Wê çi derkeve pêşiya me em nizanin. Lê belê em ê Dêra Zorê ji çeteyan rizgar bikin. Bêguman birîndarî û şehadetên me jî wê çêbibin, lê belê ev nabe asteng li pêşiya me. Em keda hevalên xwe, şehîdên xwe ji bîr nakin."

Li gel zor û zehmetiyan, li gel birîndarî û şehadetê jî şervan bi hişmendî û moraleke mezin ji serketina têkoşînê bawer in. Dibe ku ji ber vê yekê, bi moral û coşeke mezin bi ser hêza herî hov a sedsalê, bi ser çeteyên DAÎŞ'ê ve diçin.

ŞERVANÊN EREB BI QASÎ KURDAN HEZ JI GOVENDÊ DIKIN

Piştre muzîkê vedikin û dest bi gerandina govendê dikin. Şervanên Kurd û Ereb mîna destpêka şoreşê, îro jî di şer de û di govendê de mil bi mil in. Li ber stranên Kurdî û Erebî govendê digerînin.

Mirovên vê erdnîgariyê gelekî hez ji govendê dikin. Bi taybetî Kurd û Ereb. Şervanên Ereb bi qasî Kurdan hez ji govendê dikin.

Ji tabûrên din jî mêvan hene. Ji aliyekî ve govend digere, li aliyê din jî li ser êgir çay dikele. Hin şervanên ji govendê westiyan, li dora êgir rûdinên û bêhnê vedidin.

LI ŞERVANÊN JI WEZÎFEYÊ VEGERIYAN BI BALDARÎ GUHDARÎ DIKIN

Piştî ku govend qediya, em bi yek ji şervanên tabûrê Çiya dest bi sohbetê dikin. Hevalên wî dibêjin ku Çiya yekane hevalê wan ê di nava tabûrê de zewicî ye.

Dûre çend şervanên din ên tabûrê tên. Û der barê wezîfeya xwe de agahiyê diidn fermandar Egîd. Nexşeya herêma ku biçin û cihên ku şervan û çete lê ne, li telefona xwe ya destan qeyd kirine. Şervanê bi navê Şervan Amed jî cihên şervan û çete lê ne yek bi yek nîşan dide. Fermandar Egîd û şervanên din bi baldarî li nexşeyê dinerin.

ROJÊ BI QÎRÎNA DIRÛŞMA JI BO OCALN DIQEDÎNIN

Di dawiya rojê de îçtîma tê kirin û her kes bi yek dengî dirûşma "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" diqîrin û dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîşan didin.

Bi soza ku em ê piştî rojekê bên dîtin şervanên biçin êrîşê, em ji cem wan diçin.