Li Efrînê salvegera Kongra-Star hate pîroz kirin

Li Efrînê salvegera 14’emîn a Kongra-Star hate pîrozkirin

Kongra-Star bi munasebeta 14'emîn salvegera damezirandina xwe bi beşdarbûna hemû sazî û desteyên Rêveberiya Xweser,Tevgera Civaka Demokratîk, HPC-JIN, Kevana Zêrîn, Partiya Yekîtiya Demokratîk û hemû endamên Kongra-Star,li hola Şingêl a herêma Efrînê bi şahiyekê pîroz kir.

Hola Şingêl bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û her sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemaz hat xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo cangoriyên azadiyê, endama Koordînasyona Kongra-Star Wehîde Xelîl axivî. Xelîl got ku “Bi siya fikir û felsefeya Rêber Apo jina Kurd li ser îdeoljiyekê dimeşe û ev tê wateya yekbûna jinan a di hemû qadên jiyanê de. Her wiha jinê ji hemû cîhanê re îspat kir ku dikare civakekê ava bike.”

Şahiya salvegerê bi dirûşmeyên " Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.