Cenazeyê şervanê YPG’ê Îsmaîl Ehmed hate veşartin

Welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Îsamîl Ehmed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tûmê spartin axê.

Şervanê YPG’ê Îsmaîl Ehmed (Îsmaîl Girê Spî) di 13‘ê Çileyê de dema erka xwe pêk di anî li bajarê Reqayê şehîd bûbû. Welatiyên  kantona Girê Spî bi armanca veşartina cenazeyê Îsmaîl li çerxeriya El-Elem kom bûn û bi kerwanekî  wesayîtan  ber bi Goristana Şehîd Mehmûd El-Tiûmê a li gundê Tenhûza ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El-Ebdullah, Endama Kongreya Star Mûna El-Eswed û Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Nebo axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha gotin; “ Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin ên ji bo yekîtî û azadiyan gelan bedelên giranbuha dane. Em li ser xaka pîroz a ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan kom bûne, di kesayeta şehîd Îsmaîl de em damezrînerê YPG‘ê Xebat Dêrik û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin.”

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin, cenazeyê şehîd Îsmaîl ji aliyê rêhevalên wî ve bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ li goristanê hate veşartin.