Cenazeyê şervanê YPG’ê Yilmaz li Kobanê spartin axê

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê Mecslîa Leşkerî ya Minbicê Yilmaz Kobanê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijle ya Kobanê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê ya herêma Firatê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbbicê Abdullah Hemo (Yilmaz Kobanê) ku di 10’ê Çileya 2018’an li bajarê Minbicê Şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijle ya Kobanê spartin axê.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên YPG’ê û Erka Xweparastinê merasîmekî leşkerî lidar xist. Piştre yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Azad Minbic axivî û wiha got: “Bi destpêkirina şoreşê re, bi hezaran ciwanên Rojava û Sûriyê tevlî hêzên ku parastina Bakurê Sûriyê dikin, bûn. Şehîd Yilmaz jî yek ji wan ciwanan bû û di oxira paratina welatê xwe de şehîd bû. Şehîd Yilmaz ji roja tevlîbûnê ta roja şehadetê her tim di eniyên herî pêş de bû û parastina gelê herêmê dikir.”

Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê Bekir Cerade axivî û got ku şehîd Yilmaz yek ji ciwanên herêmê ku bi erka parastina welat girte ser milê xwe.

Li aliyê din keça apê şehîd Yilmaz Sedîqa Hemo ji bo şopandina rêya kurê apê xwe tevlî YPJ’ê bû û soza tolhildana hemû şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehadetê ya Yilmaz hate xwendin û radestî malabta wî hate kirin. Cenazeyê Yilmaz bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê spartin axê.