Gelê Minbicê li dijî gefa dagirkeriyê meşiya

Gelê Minbicê, li dijî dewleta Tirk û hêzên dixwazin herêmê tevlîhev bikin daket qadan.

Li bajarê Minbicê ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, nerazîbûna gel a li destwerdana derve û hewldanên tevlîhevkirinê, zêde dibe.

Girseyeke qelebalix li xaçerêya El-Beta ya Minbicê li hev civiya û dest bi meşê kir. Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê jî tevlî meşê bû. Di meşê de dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin.

Girseya gel pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Ji bo aştî û hezkirina welat serî hilde" û "Na ji zext û fitneyê re, Erê ji aştî û biratiya gelan re" vekir.