Koma hawanê moralê dide her eniyê

Pêngava Bagera Cizîrê bi mehan e li nava çolê di nava zor û zehmetiyên giran de bê navber dewam dike. Koma hawanê ku li eniya şer sekn pê nabe, xem û moralê hemû şervanan e.

Koma ji pênc kesan a ser bi tabûra çekên giran a YPG û YPJ'ê, di nava Pêngava Bager Cizîrê de her bi tevger e.

Herêma Dêra Zorê gelekî berfireh e. 5-6 bere carna bi hev re carna jî bi navberê dikevin nava liv û tevgerê. Li her eniyê jî pêwîstî bi koma hawanê heye. Ji ber ku komên hawanê kêm in, komeke hawanê carna neçar dimîne biçe du an jî sê eniyan. Komên hawanê her şer û rojê di nava liv û tevgerê de ne.

Solîn Siyaroj û Şervan Cûdî jî endamên koma hawanê ya ji 5 kesan e.

TENÊ ARMANCEKE ME HEYE; EW JÎ SERKETIN E

Solîn Siyaroj şervaneke YPJ'ê ye ku bi bandora berxwedana Kobanê cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de girtiye. Ji şerê Kobanê û vir ve cihê xwe di hemû pêngavên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê girtiye. Ev du sal in jî di nava koma hawanê ya tabûra çekên giran de cih digire. Şervana YPJ'ê destnîşan dike ku daxwaza wê serketina vî karî ye û dibêje, "Em ji bo gelê xwe li dijî dijminekî gelekî barbar şer dikin. Serketina gelê me serketina me ye. Em dixwazin gelê xwe azad bikin."

DIVÊ JIN DESTPÊKÊ JI XWE BAWER BIN

Solîn Siyaroj anî ziman ku her kes hawankariyê weke karekî zehmet dibîne û wiha dewam kir: "Jinek beriya her tiştî divê ji xwe bawer be. Destpêkê ez jî dudil bûm. Min nizanîbû ku ez ê bi ser bikevim yan na. Lê belê min dît ku dema mirov ji dil bixwaze, dikare bi ser bikeve. Bandora hawanê cuda ye. Her kes bi hêsanî nikare bibe hawankar. Çekeke giran e û zehmetiyên xwe jî hene. Rola xwe jî xweş bi cih tîne. Di nava çekan de herî zêde bi roleke baş radibe. Em bi dilxwazî karê xwe dikin. Hevalên ku li pêşiya me bi pêş ve diçin, moralê ji me digirin."

BI RUHEKÎ XURT Ê KOMÊ EM BI SER KET

Şervanê YPG'ê Şervan Cûdî jî ji sala 2014'an û vir ve di nava Şoreşa Rojava de ye. Şervanê YPG'ê da xuyakirin ku çeka hawanê salên dawî li Rojava gelekî bi pêş ketiye, çekeke xurt a parastinê ye û got, "Di vê pêngavê de jî rola hawanê xurt e. Em ji tîmeke ji pênc kesan e. Ruhekî xurt ê komê heye. Koma me bi vî ruhî dixebite. Ligel zehmetî û malzemeyên kêm jî em ber bi serketinê ve dimeşin."