Cenazeyê Ebdulezîz li Tebqayê spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Raîd Ebdulezîz (Cezrawî) ê ku li Reqayê şehîd bibû, bi merasînekê li Goristana Şehîdan spartin axê.

Bi sedan welatiyên herêma Tebqa, Cirniyê û Caberê cenazeyê şervanê QSD‘ê Raîd Ebdulezîz (Cezrawî) ê ku li Reqayê şehîd bibû, ji nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtanb ber bi Goristana Şehîdên Tebqayê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD’ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve hate destpêkirin.

Di marasîmê de Rêvebera Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan a herêma Tebqayê Meryem El-Şerîf Hevseroka Komîtyea Têkiliyê Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Asya Elî Xerbî û Fermandarê QSD’ê Zinar Kobanê axivîn.

Di axaftina de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate diyarkirin û gotin wê hata dawî li dijî terorê li ber xwe bidin û piştgiriya şervanên xwe bikin.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan ve spartin axê.