Li Dêra Zorê bi sedan ciwan tevlî QSD’ê bûn

Bi sedan ciwanên Dêra Zorê piştî qedandina dewreya perwerdehiyê bi merasîmekê tevlî nava refên QSD’ê bûn.

Tevlîbûna nava refên QSD’ê didome. Li Dêra Zorê bi sedan ciwan piştî qedandina dewreya perwerdehiyê bi merasîmekê tevlî QSD’ê bûn. Merasîm li bajarokê Kesra a Dêra Zorê bi beşdarbûna Fermandarên QSD’ê yê Herêma Başûr Polat Can, Endamê Têkiliyên QSD’ê Xeyrî Mihemed, endamên Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê û şêx û rûsipiyên heremê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Fermandarê QSD’ê yê herêma Başûr Polat Can axivî û got ku tevlîbûna ciwanên Dêrazorê û gundên wê îro herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê û hemû aliyên ku dixwazin bi çarenûsa gelê herêmê bilîze diparêzin û wiha dom kir: “Tevlîbûna ciwanên herêmê nîşana wê yekê ye ku hêzên QSD’ê cihê baweriya gelên herêmê ye. Ji herêmên rizgarkirî zêdeyî 700 ciwan tevlî QSD’ê bûne û niha wê di parastina herêmên xwe de cih bigirin. Em soz didin ku em ê heta dawiyê herêmê biparêzin.”

Piştre yek ji şêxên eşîra El-Niêm Şêx Hemed El-Şiyûx axivî û got Hêzên QSD’ê nûnertiya hemû gelê herêmê dike û got: “Şervanên QSD’ê ji hemû pêkhateyan e, hêzên QSD’ê nûnertiya hemû beşên civakê dike. QSD’ê aramî û ewlekarî anî herêmên me, ew hêzên azadî û aştiyê ne, ji bo azadî û rizgarkirina gelê me hatine herêmê.”

Li ser navê Eşîreya Begara jî Şêx Mihemed El-Esed axivî û got ku bi saya berxwedan û têkoşîna şervanên QSD’ê aramî û ewlekarî li herêmê pêk hatiye û tevlîbûna ciwanên herêmê ya di nava QSD’ê de girêdana gelê me ya bi QSD’ê re nîşan dide.

Piştî axaftin bi dawî bûn, şervanan govend gerandin.