Li Qamişlo cenazeyê 2 şervanên YPG’ê hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Kantona Qamişlo cenazeyê şervanên YPG‘ê Dilbirîn Girbawî (Birîn Xelîl) û Beşar El-Ubeyd (Egît Qamişlo) ên 11‘ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi marasîmeke heybet ve veşartin.

Bi hezaran welatiyan cenazeyên herdu şervanan ji Mala Gel a taxa Enteriyê wergertin û bi kerwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê. Girse di rê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re beriz kirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve destpê kir.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nesrîn Yûsif axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset û got: “Bi xwîna ciwanên ji hemû pêkhateyan em li ser vê axa pîroz kombûne. Şoreşa me şoreşa gelên azadîxwaz û biratiyê ye. Di vê şoreşê de cudahî di navbera Kurd û Ereb, Misilman û Xiristiyan de tuneye. Vaya îro em du şehîdan yek Kurd û yek Ereb oxir dikin, herduyan ji bo parastina vî welatî şehîd bûne.”

Li ser navê malbata Şehîd Dilbirîn Girbawî birayê wî şervanê YPG‘ê Bahoz Girbawî jî axivî û got: “Em sersaxiyê ji gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê dixwazin û soza xwe ya bi şehîdan re nû dikin. Dirûşmeya me tim û tim serkeftin an serkeftin e.”

Piştî nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin û şûnde cenazeyê şehîdan bi dirûşam ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan hatin veşartin.