Cenazeyê şervanê YPG’ê Xebat Dêrik hate veşartin

Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Xebat Dêrik (Salih Xidir Hemûş) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat spartin axê.

Bi sedan welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê Xebat Dêrik (Salih Xidir Hemûş) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û  şervanên YPG’ê merasîmeke leşkerî li dar xist. Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mesnûr El-Selûm axivî û sersaxî ji malbata şehîd Xebat re xwest û got ku bi saya keda şervana serkeftinên mezin hatine bidestxistin. Mensûr El-Selûm got “Sala derbasbyî sala rizgarkirin û têkçûyîna DAÎŞ‘ê bû, wê sala nû bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Bi hevgirtina hemû pêkhateyan sîstema desthilatdar li herêmê şikest.”

Piştî axaftina nasnameya şehîd  hate  xwendin û radestî  malbata wî hate kirin.

Li ser navê malbata Şehîd Xebat, xalê wî Remedan Xelef axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta xwarziyê xwe serbilind in û got ku bêşehadet azadî pêk nayê.

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd Xebat bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan li goristanê hate veşartin.