ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Racoyê 2 tankên Tirkan hatin rûxandin
ANHA'yê ragihand ku li navçeya Raco ya Efrînê 2 tankên Tirkan hatin rûxandin. -
Li Dêra Zorê berxwedana kedê dewam dike
"Hewa sar e û şert û mercên çolê gelekî giran e. Lê belê dema armancek mirovan hebe, ev zor û zehmetî ne girîng in. Çol jî be ev der axa me ye û em ji vê axê hez dikin." -
Li Şiyê şer giran e
Li derdora gundê Xelîla yê navçeya Şiyê ya Efrînê şerekî dijwar diqewime. -
Gelê Efrînê şehîdên xwe dispêre axê
Gelê Efrînê 12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên ji ber bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn dispêre axê. -
Li Bilbilê û Raco şerekî dijwar diqewime
Li bejahiya navçeya Bilbilê ya Efrînê li gundên Kurdo û Baliya di navbera artêşa Tirk û şervanên QSD'ê de şerekî dijwar diqewime. Li navçeya Raco jî di navbera hêzên Tirk ên xwestin ji sînor derbas bibin û QSD'ê de şer diqewime. -
Balafirên keşfê li ser Efrînê digerin
Îro wê 12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên şehîd bûn li Efrînê werin veşartin. Bi hezaran kes li ber nexweşxaneyê li hev civiyan. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk jî li ser herêmê digerin. -
Şehîdên Efrînê tên veşartin
12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên li Efrînê di êrîşa dagirkeriyê de şehîd bûn, îro tên veşartin. -
Li Ezazê derb li dagirkeran hate xistin: 6 mirî, gelek birîndar
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ber destê vê sibehê saet 3'an li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de 6 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. -
Êrîşên li dijî Efrînê bi şev jî dewam kirin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, bi şev jî dewam kirin. -
YPJ: Ji bo parastina jinan em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Fermandariya YPJ'ê ya Efrînê diyar kir, li gel êrîşa bi balafir, tank, top û çekên giran jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nekarîn li Efrînê bi gavekê jî bi pêş ve biçin. -
Li Swêdê ‘Komîteya Piştgiriya Berxwedana Efrînê’ hate avakirin
Ji bo piştgiriya gelê Efrînê re ya ku dewleta Tirk êrîşî wê dike, li paytexta Swêdê partî û rêxistinên Kurd, Tirk, Asûr-Siryan û Elewiyan ‘Komîteya Piştgiriya Berxwedana Efrînê’ ava kirin. -
Balafirên şer ên Tirkiyeyê cihek bombe kirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê didomin. Leşkerên Tirk ên ku li hemberî QSD’ê têk diçin, bi balafir û hawanan êrîşî Rojava dikin. -
Li Ewrûpayê bi hezaran kes daketin qadan
Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, daketin qadan. -
Nasnameya şehîdên sîvîl ên Efrînê hatin eşkerekirin
Sîvîlên ku di êrîşa dewleta Tirk de ya li dijî Efrînê jiyana xwe ji dest dane, malbateke Ereb e. Ev malbat ji ber şerê li Îdlîbê li Efrînê bi cih bûbû û ji vê malbatê 7 jê zarok bi giştî 8 kes şehîd bûne. -
QSD: Li Efrînê artêşa Tirk û çeteyên wê têk çûn
Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku hemû qad hatine paqijkirin ên ku artêşa Tirk û çeteyên wê dixwestin lê bi cih bibin. -
Ji bo Efrînê li Ewrûpayê bi hezaran kes daketin qadan
Kurdistanî û dostên wan li Elmanya, Fransa, Îngîltere û Swêdê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin. -
Nêzî 20 sîvîl hatin qetilkirin, DYA hê jî dibêje ‘îtîdal’
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di du rojan de nêzî 20 kes hatin qetilkirin lê DYA dibêje ‘îtîdal’ û ‘bila sîvîl jiyana xwe ji dest nedin.’ Elmanyayê jî got ‘Em bi fikar in.’ -
Fermandariya QSD'ê: Me operasyona şoreşger da destpêkirin - NÛ BÛ
Yek ji fermandarê QSD'ê Mehmûd Berxwedan got, “Me li dijî hêzên dagirker operasyoneke şoreşger da destpêkirin.’ -
Li Efrînê 9 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin
Şervanên QSD’ê êrîşeke dî ya hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a bi ser Efrînê de şikandin. Di şer de, ku hê jî dom dike 9 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin. -
Li gundê Cilberê 7 kes şehîd bûn
Ji ber êrîşa hewayî ya gundê Cilberê ya Şerawa 7 kes şehîd bûn. -
Bi sedan ciwan tevlî mewziyên berxwedanê dibin
Bi sedan ciwanên Kurd û Ereb li gel şervanên QSD’ê li dijî artêşa Tirk a dagirer diçine eniyên berxwedana Efrînê. -
Fermandarê Ceyş’ul Suwar: Em mil bi mil şer dikin
Fermandarê Artêşa Şoreşgeran: ‘Guh nedin medyaya Tirk a dagirker. Artêşa Şoreşgeran ligel YPG û YPJ’ê Efrînê diparêzin. -
Kurd li her derê ji bo Efrînê daketin qadan
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê li Danîmarka, Swîsre, Belçîka û Avûstûryayê hatin protestokirin. -
Şerê di navbera leşkerên Tirkiyeyê û YPG/YPJ’ê de didome
Êrîşa dagirkirina Efrînê ya artêşa Tirk didome. Balefirên şer bombe li ser navçeya Raco û gundên wê barand û li gelek cihan şer didome. -
YPG: 4 leşkerên Tirk û 10 çete hatin kuştin
Fermandariya YPG'ê ya Kantona Efrînê ragihand ku ji duh û vir ve di şer de heta niha 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 10 çeteyên wan hatine kuştin.