Artêşa Tirk muhîmmata leşkerî li depoya Cebel El Şêx bi cih dike

Tê gotin artêşa Tirk muhîmmata leşkerî û çekan li depoya Cebel El Şêx li bejahiya rojavayê Helebê bi cih dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk muhîmmata leşkerî li herêma Cebel El Şêx a li bejahiya Helebê ya Sûriyê bi cih dike.

Piştî fermana êrîşê ya Serokkomarê Tirk Erdogan artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve ji bo êrîşa bi ser Efrînê de haziriyan dikin. Tê gotin haziriyên êrîşê jî bi çeteyên li Seman, Dariz Izê û herêmê dî têne koordînekirin.

Kanên herêmî jî dibêjin li gorî peymana di navbeyna artêşa Tirk û Heyet Tehrîr El-Şamê çete, ‘’Ji gundê Babisqa ya ku dikeve bakurê çiyayê Barîşa Idlibê, ji gundê Heyamê ya başûrêrojhilat a kantonê û ji bajarokê Darit Izê ya li Başûrê kanton’ê ji sê milan ve wê êrîşê bi ser katnonê de bînin.

Her wiha tevgera artêşa Tirk a dagirker a li ser sînorê Efrînê zêde bûye, gelek tang û wesayitên zirxî û leşker li kampa Etma a nêzî herêma Cindirêsê hatiye bicihkirin.

Tevgera artêşa Tirk a li herêma Raco û navçeya Bilbilê jî zêde bûye.