Artêşa Tirk gundê Qere Baba topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker, gundê Qere Baba ya Herêma Reco dan ber topan.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyên leşkerî yên li herêmê, hat diyarkirin ku artêşa Tirk a dagirker gundê Qere Baba ya Herêma Reco ya dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê dan ber topan.

Hat diyarkirin ku heta niha 10 top li herêmê ketine û têkildarî windahiyên ruhî ti agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.

Topbaran li herêmê hê jî didome.