YPG'ê di salvegera 6'an de Xebat Dêrik bi bîr anî

YPG'ê di salvegera 6'an de Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik bi bîr anî û diyar kir, Xebat Dêrik ji destpêka şoreşa Rojava ve di nav refên şoreşê de bûye û ji bo azadiya gelê Rojavayê Kurdistanê têkoşiya ye.

YPG’ê di salvegera 6’an a şehadeta wî de Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik bi bîr anî û diyar kir, Xebat Dêrik ji destpêka şoreşa Rojava ve di nav refên şoreşê de bûye û ji bo azadiya gelê Rojavayê Kurdistanê têkoşiyaye. Her wiha hate gotin heta Sûriyeyeke demokratîk û azad were avakirin wê di şopa Fermandar Xebat Dêrik de bimeşin.

Daxuyaniya YPG’ê ya ji bo salvgera 6’an a Şehîdbûna Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik wiha ye:

"Em şehîd Fermandar Xebat Dêrik bi bîr tînin û soz didin ku heta Sûriyeyeke demokratîk û azad were avakirin di şopa rêya wî de bimeşin. Şehîd Xebat xwedî sekneke şoreşger bû, di çeperên herî pêş de li ber xwe daye û li gelek herêmên Kurdistanê bi lehengî şer birêve biriye.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, şehîd Xebat yek ji wan ji kesan e ku ji destpêkê ve beşdarî nava refên şoreşê bûye û ji bo azadiya gelê Rojavayê Kurdistanê têkoşiyaye. Şehîd Xebat di şoreşa Rojava de cihê xwe di gelek çeperên berxwedanê de girtiye, her wiha ji bo rêxistinkirin û parastina çalakiyên ciwanan roleke pêşeng dilîst. Li aliyekî jî xebatên rêxistinkirina civakê û avakirina Meclîsên Gel û lidarxistina çalakiyan jî bi rê ve dibir.

Dema ku pêwîstî hate dîtin ku artêşa şoreşa Rojava were avakirin, şehîd Xebat bi komeke hevalên xwe re xwe birêxistin kirin û dest bi xebatên leşkerî kirin. Di vê çarçoveyê de ciwan birêxistin kirin û saziyên leşkerî ava kirin. Vê yekê bingeha avakirina hêzeke niştîmanî li Bakurê Sûriyê ava kir.

Bi şehadeta Fermandar Xebat Dêrik re, şervanên YPG'ê bi hêz û moraleke mezin tevgeriyan û di avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de roleke bingehîn lîstin. Şervanên me li ser şopa şehîd Xebat têkoşîna xwe domandin û di parastina Bakurê Sûriyê de roleke girîng lîstin. Şervanan li herêmên Şedadê, Hol, Minbic û Reqayê şerê terorê dikin. Niha jî hêzên me di Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê de serkeftinên mezin bi dest dixin. Her wiha li herêma Efrînê bersiva êrîşên dewleta Tirk didin.

Di salvegera 6'an a şehadeta Fermandar Xebat Dêrik de hêza ku wî ava kiriye derbasî qonaxa serketinê bûye û armanca wî ya avakirina hêzeke niştîmanî pêk tînin, da azadî û rûmeta gelên Bakurê Sûriyê û destketiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, bêne parastin.

Banga me ji hemû ciwanên Rojava re heye ku xwedî li keda şehîdên xwer derkevin, beşdarî nava refên şoreşê bibin û tevlî nava YPG/YPJ'ê bibin û ala azadiyê bilind bikin."