ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Dêrikê cenazeyê şervanên YPG’ê Baran û Mezlûm hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê yê enternasyonalîst Baran Sason û Mezlûm Cûdî bi merasîmekê bi heybet veşartin. -
Cenazeyê Xilêf ê sivîl ku dewleta Tirk qetil kiribû spartin axê
Bi tevlîbûna dehan welatiyên Dêra Zorê cenazeyê Salim xilêf ê di karwanê piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê dikir de, di encama bomberdûmana artêşa Tirk de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir Hemada spartin axê. -
Li du gundên Şiyê şerê giran rû didin
Arêtşa Tirk a dagirker bi helîkopteran navçeya Cindirês a Efrînê bombe dike, li gundên senarê û Anqelê şerê dijwar diqewimin. Di şer de gelek leşker hatine kuştin. -
Li Mabata bi hezaran kesî peyam da
Li navçeya Mabata ya Efrînê, di bin êrîş û bomberdûmanê artêşa Tirk de hatin ba hev, heta dawî peyama berxwedanê da. Hevseroka TEV-DEM’ê Asya Abdullah ku axivî û got: “Heta çeteyek mabe li Efrînê wê berxwedan bidome." -
Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 192 sivîl hatin kuştin
Meclîsa Tenduritiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de heta niha 192 sivîl hatine kuştin. -
Welatiyên Qamişlo bi meşeke girseyî piştgirî dan Efrînê
Pişt ku ji her derê Bakurê Sûriye û herêmên dinê berê xwe dan Efrînê, welatiyên Qamişlo bi meşeke girseyî piştgirî dan Berxwedana Serdemê. -
QSD: 55 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di roja 38’an a ‘Berxwedana Serdemê’ de 55 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Hemûd Tirbespiyê hate veşartin
Welatiyên Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Hemûd Xelef bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur veşartin. -
Li navçeya Raco ya Efrînê şer giran e
Di navbera şervanên QSD'ê û artêşa Tirk/çeteyên DAÎş û El Qaîdeyê de li navçeya Raco ya Efrînê şerekî dijwar diqewime. -
Li sê gundên Efrînê şerekî giran diqewime
Li sê gundên navçeya Şiyê ya Efrînê şerekî dijwar diqewime. Navenda navçeya Şera jî tê bombekirin. -
QSD'ê nasnameya 10 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir
Nasnameya 10 şervanên QSD'ê yên li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn hate eşkerekirin. -
Artêşa Tirk li Cindirêsê komkujî kir: 5 sivîl hatin kuştin
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombe li gundê Yelanqozê yê navçeya Cindirêsê barand. Di vê komkujiyê de 5 sivîl hatin kuştin. -
Êrîşên li Cindirêsê hatin şikandin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeya Cindirêsê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin şikandin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Racoyê welatiyê 60 salî birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Hec Xelîl yê navçeya Racoyê bombebaran kir. Di bombebaranê de Şukrî Cehîka yê 60 salî bi giranî birîndar bû. -
Dîmenê çalakiya li gundê Hecîlera hate weşandin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenê çalakiya îro weşand a ku li gundê Hecîlera ya Cindirêsê hatibû kirin û 8 leşker û çete miribûn. -
Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen: Nebin hevkarê bêhiqûqiya Tirkiyeyê
Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen nerazîbûn nîşanî binçavkirina siyasetmedarê Kurd Salih Muslum da û diyar kir ku binçavkirina Muslum bêhiqûqî ye. -
Cenazeyê 3 şehîdên 'Bagera Cizîrê' li Qamişlo hate veşartin
Bi hezaran welatiyên Qamişlo cenazeyê 3 şervanên YPG’ê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê -
Hêzên Asayîşê nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 endamên xwe eşkere kir yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn. -
Li Efrînê di 24 saetên dawîn de 44 leşker û çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de li Efrînê bi kêmanî 44 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 wesayîtên dagirkeran jî hatin îmhakirin. -
Li gundê Hecîlerê 8 leşker û çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Hecîlerê ya navçeya Cindirêsê li hêzên dagirker xist, 8 leşker û çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Memo hate veşartin
Bi sedan welatiyên Dirbesiyê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şêxmûs Şêxo (Memo) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin. -
PYD’ê binçavkirina Salih Muslim şermezar kir, banga çalakiyan kir
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku binçavkirina Salih Muslim li dijî exlaq e û dewleta Çekê şermezar kir. PYD’ê banga çalakiyan li gelê Kurd û dostên wan kir. -
Cenazeyê 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê
Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasimekê bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
QSD: Dewleta Tirkiyê bombe li karwanê sivîlan barand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker karwanê sivîlan bomberdûman kir a ku di 22’ê Sibatê de ji bo piştgirîdayîna berxwedana Efrînê ketibûn rê. -
Li Cindirêsê bomberdûman, li Racoyê şerekî giran heye
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê di roja 37’an de didome. Hêzên dagirker li Cindirêsê cî û warên sîvîlan dike hedef.