Êrîşên li hemberî hev ên Îsraîl û Îranê 4 roj in dewam dikin

Êrîşên Îsraîl û Îranê yên li hemberî hev doh bi şev jî dewam kirin. Di bombardûmanan de gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn.

ÎSRAÎL-ÎRAN

Bombardûmana Îsraîl û Îranê ya li hemberî hev bê navber dewam dike, ku 13'ê Hezîranê bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê destpê kir.

Îsraîlê êrîş li Tehranê êrîş bir ser navendên hilberîn û avêtina fuzeyan.

Îranê jî gelek fuze avêt Îsraîlê. Servîsa Alîkariya Lezgîn a Îsraîlê Stêrka Davût doh bi şev daxuyaniyek da û diyar kir ku di serî de Hafya û Tel Avîv fuze li gelek navendên enerjiyê û saziyên cemaweriyê yên li gelek herêman ketin.

Fûzeyên balîstîk ên ji Îranê hatin avêtin, li santrala enerjiyê ya bajarê Hafyayê ket. Li herêmê ku navendên elektrîk, petrol û pîşesaziyê lê ne, piştî êrîşê teqînan rû dan.

Ajansa Servîsa Lezgîn a Neteweyî ya Îsraîlê (Magen David Adom(MDA) bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 kes mirin, 74 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa dawî ya Îranê ya li ser Îsraîlê de xisar li Sefaretxaneya Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ya li Tel Avîvê bû.

Ajansa Nûçeyan a Farsê ku nîv fermî ya Îranê ye, ragihand ku kesekî bi hinceta 'sîxurî' ji Mossadê re kriiye, hatiye darvekirin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser Telegramê daxuyaniyek da û got, "Dîktatorê li Tehranê xwe dibixudîne, veguheriye kujerekî tirsonek û ji bo Îsraîlê ji êrîşên tevizandinê vegerîne bi zanebûn êrîşî eniya navxweyî ya sivîl a li Îsraîlê dike. Şêniyên Tehranê wê berdêla vê bidin - û di demeke nêzîk de."