Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gund û navçeyên Efrînê dike

Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û bi çekên giran gund û navçeyên Şera, Cindirêsê, Raco û Şiyê yên Efrînê bombebaran dike. Şervanên YPG/YPJ’ê jî li navçeya Şera û Bilbilê 2 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker rûxand.

Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û bi çekên giran gund û navçeyên Şera, Cindirêsê, Raco û Şiyê yên Efrînê bombebaran dike. Navçeyên Şera û Cindirêsê jî bû hedefa artêşa dagirker. Şervanên YPG/YPJ’ê jî li navçeya Şera û Bilbilê 2 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker rûxand.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi ser Efrînê didomin.

Di van saetan de li gundê Xerabe Şera yê Şera, Hec Hisna yê Cindirêsê, li Çiyayê Hawar yê Raco, li gundên Erendê û Sînka yê navçeya Şiyê ya Efrînê şer giran e û di heman demê de êrîşên bi çekên giran jî didome.

Diyar bu êrîş tevayî rojê dewam kir.

Şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Çema yê Şerayê wesayîteke leşkerî û li navçeya Bilbilê jî wesayîteke leşkerî bi giştî 2 wesayîtên artêşa Tirk a dagirker rûxand