Bi hezaran Efrînî diçin Cindirêsê
Bİ hezaran kesên li navenda bajarê Efrînê dijîn berê xwe dan navçeya Cindirêsê ku şerekî dijwar lê diqewime û bomberdûmaneke giran tê kirin.
Bİ hezaran kesên li navenda bajarê Efrînê dijîn berê xwe dan navçeya Cindirêsê ku şerekî dijwar lê diqewime û bomberdûmaneke giran tê kirin.
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê van rojên dawî êrîşên gelekî giran tên kirin. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi rengekî bê navber bombeyan li navenda navçeyê û derdora wê dibarînin.
Li gelek gundên navçeyê di navbera hêzên YPG/YPJ û leşker/çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime.
Bi hezaran kesên li navenda bajarê Efrînê dijîn ji bo destekê bidin berxwedana gelê Cindirêsê ber bi navçeyê ve bi rê ketin.
Girseya gel a li ber nexweşxaneya Dersimê ya li Efrînê li hev civiya, bi konvoyan berê xwe da navçeyê.