Li Efrînê ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên El Qaîde-El Nûsra-DAÎŞ'ê êrîş dikin, gel li ber xwe dide. Mirovên ji her beşên civakê bi hêz û derfeta xwe tevlî Berxwedana Serdemê bûne. Yek ji saziyên ku bi temamî tevlî Berxwedana Serdemê bûye Zanîngeha Efrînê ye ku zanîngeha yekemîn a Rojava ye û sala 2015'an ava bû.
Zanîngeha Efrînê ku 4 fakûlte û 6 beşên wê hene, piştî ku êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê dest pê kirin yekser berê xwe da nava refên berxwedanê. Rektorê Zanîngeha Efrînê Dr. Ehmed Yûsif ji ANF'ê re axivî û diyar kir, piştî ku êrîşên dagirkeriyê dest pê kir beşek ji xwendekarên wî berê xwe dan eniyê, beşekê bi dilxwazî li nexweşxaneyan dest bi kar kirin û beşek jî tevlî karên civakî bû.
ZANÎNGEHA BERXWEDANÊ
Rektorê Zanîngeha Efrînê Dr. Ehmed Yûsif bi bîr xist ku zanîngeha wan yekemîn zanîngeha Rojava ye û got, "Zanîngeha Efrînê zanîngeha destpêkê bû ku li Rojava vebû. Her wiha yekemîn zanîngeh e ku li derveyî sînorên ku rejîma Sûriyeyê destnîşan kirine hatiye vekirin. Me sala 2015'an ev zanîngeh ava kir. Li zanîngeha me 4 fakûlte û 6 beş hebûn. Ji beşên Tip, wêje, ragihandin, endezyariyên zîreet û makîneyê û beşa aboriyê pêk dihat. Bi giştî 850 xwendekarên me hebûn."
XWENDEKARÊN ME JI BO XAKA XWE BIPARÊZIN BERÊ XWE DAN ENIYÊ
Yûsif got, piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê dest bi êrîşê kirin gelek xwendekarên wan rahiştin çekê, berê xwe dan eniyê û wiha dewam kir: "Gelek xwendekarên me li dijî dagirkeriya Tirkan rahiştin çekê û çûn eniyê. Beşek jî li nexweşxaneyan xizmeta tenduristiyê didin. Beşek li Heyva Sor, li saziyên çapemeniyê tevlî berxwedanê bûne. Divê cîhan vê bibîne. Îro li Efrînê zêdeyî 40 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar mane. Xwendekarên me jî ji bo xaka xwe biparêzin berê xwe dan eniyê. Ji ber ku baş pê zanin, paşerojeke azad ancax li xaka azad dikare pêk were."
'EM JI HER WEZÎFEYÊ RE AMADE NE'
Dema ku Heyva Sor a Kurd malzemeyên alîkariyê li welatiyên ji gundan koç kirine belav dikir, em li xwendekareke Zanîngeha Efrînê Zarîfe Mexwerve rast hatin. Mexwerve diyar kir ku piştî êrîşê dest pê kir, ji bo destekê bide berxwedanê tevlî karên civackî bûye û got, "Ez xwendekara tipê me. Bi destpêkirina êrîşan re her yek ji me bi wezîfeyekê rabû. Ez bi xwe carna li nexweşxaneyê, carna jî li Heyva Sor dixebitim. Hin hevalên min li eniyê ne, hinek li karê çapemeniyê dixebitin. Her tişt ji bo parastina xaka xwe ji dagirkeriyê ye. Ji ber ku ev der cih û warê me ye. Canê me jî di nav de çi berdêl pêwîst be em amade bidin."
'EM Ê EFRÎNÊ TI CARÎ JI ERDOGAN RE NEHÊLIN'
Xwendekarê Zanîngeha efrînê Aslan Elî jî ku li eniya Cindirêsê di çeperên berxwedanê de ye, biryardariya xwe ya ji bo berxwedanê ji ANF'ê re got, ""Li dijî êrîşên dewleta Tirk em li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di çeperên parastinê de ne." Elî destnîşan kir ku ew bi moraleke mezin li ber xwe didin û got, "Moralê me ti carî kêm nabe. Em ê Efrînê ti carî ji Erdogan û çeteyên wî re nehêlin."