Cenazeyên şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

Cenazeyên şervanên YPG'ê Izedîn El Berho û Ehmed El Hesen ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn li Til Hemîsê hatin veşartin.

Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyên Izedîn El-Berho (Leyîs) û Ehmed El-Hesen (Dilşêr Til Hemîs) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê rakirin û bi karwanekî birin Goristana Şehîd Raxib El-Etiye.

Piştî merasîma leşkerî bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Abdullhelîm Hesen û bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk fermandar Ferhad Til Hemîs li goristanê axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soz dan ku wê li ser şopa şehîdan dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bişikînin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîs Ehmed El-Ebawî wesîqeta her du şehîdan xwend û radestî malbatên cangoriyan kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her du şehîdan li ber dirûşman hatin veşartin.