Donald Trump: Êdî dema lihevkirinê hatiye
Serokê DYE'yê Donald Trump şerê navbera Îran û Îsraîlê nirxand û got, "Hêvîdarim wê lihevkirin pêk were. Bi dîtina min êdî dema lihevkirinê hatiye. Carna divê bi nîqaşê çareseriyê peyda bikin."
Serokê DYE'yê Donald Trump şerê navbera Îran û Îsraîlê nirxand û got, "Hêvîdarim wê lihevkirin pêk were. Bi dîtina min êdî dema lihevkirinê hatiye. Carna divê bi nîqaşê çareseriyê peyda bikin."
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donadl Trump ji bo tevlî Civîna Bilind a G7 a li Kanadayê bibe ji Qesra Spî derkert û hingî bersiv da pirsên rojnamevanan. Donald Trump di bersiva ji bo pirsa li ser şerê navbera Îran û Îsraîlê de got, "Hêvîdar im wê lihevkirin bibe. Bi dîtina min dema lihevkirinekê hatiye. Carna divê bi nîqaşê çareseriyê peyda bikin."
Serokê DYE'yê Trump ji bo pirsa rojnamevanekî ku got, "Di mijara lihevkirina bi Îranê re hûn û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanhayu hemfikir in?" bersiveke bi vî rengî da, "Em gelekî baş li hev dikin û bawer im em hurmeteke mezin didin hev."