Li Şiyê şer, li Cindirêsê bomberdûman

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 44'an de ne. Li navçeya Şiyê şerekî dijwar diqewime. Li Cindirêsê jî bomberdûman heye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li navçeya Şiyê ya Efrînê di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên YPG/YPJ'ê de şerekî dijwar diqewime. balafirên şer ên Tirk jî gelek caran bombe li navenda navçeyê barandin.

Wekî din, balafirên şer ên dewleta Tirk ji duh bi şev ve bombeyan li navçeya Cindirêsê dibarînin.

Li eniyên Cindirêsê, Raco û Şerayê duh bi şev bomberdûmaneke giran hebû.