QSD: 9 jê JOH/POH bi giştî 21 leşker û çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer a 24 seatên dawî li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyarkir ku di şerê didome de heya niha 9 jê JOH/POH bi giştî 21 leşker û çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer a 24 seatên dawî li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyarkir ku di şerê didome de heya niha 9 jê JOH/POH bi giştî 21 leşker û çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer a 24 seatên dawîn eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandê ya QSD’ê wiha ye:
“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin.
MABETA
Di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî dijwar qewimî û heya direngiya şevê dom kir. Di heman demê de, herêm ji aliyê artêşa dagirker ve dihat topbaran û bombebarankirin.
ŞERA
Li eniya Şera di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de heya seatên direngiya şevê şerekî dijwar qewimî. Artêşa Tirk a dagirker herêma şer topbaran û bombebaran kir. Bi taybet li aliyê gundên Baflûne û Çema şer giran bû.Di heman demê, li aliyê gundên Çema û Omera hêzên me panzêreke ji cûreya BMB bi temamî rûxandin û leşker û çeteyên têde hebû hatin kuştin.
RACO
Li vê eniyê şerê giran di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta saetên derengiya şevê dewam kir. Di heman demê de, herêm ji aliyê artêşa dagirker ve dihat topbaran û bombebarankirin.Li gundê Mosaka jî di navbera hêzên me û hêzên taybet ên Tirk ên bi navên POH û JOH şerên giran rû dan û di encamê de herî kêm 9 ji hêzên taybet ên Tirk hatin kuştin.
CINDIRÊSÊ
Ji destpêka êrîşê heta niha, li vê eniyê şer ranewestiyaye. Hêzên me berisvê didin artêşa dagirker û çeteyên wê. Di saetên piştî nivro de, li gundên Hemîlka û Heclîre di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû dan. Di encamê de, li gundê Hemîlka 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn. Her wiha di şerê li gundê Heclîra de jî 2 leşkerî Tirk û 7 çete hatin kuştin. Her wiha 8 çeteyên din jî birîndar bûn.Ji saetên sibê heta niha balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navenda herêma Cindirêsê bombebaran dike.
ŞIYÊ
Ji saetên sibê heta niha şerên giran li navçeya Şiyê rû didin. Her wiha navenda navçeyê û gundên derdora wê rastî bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker tên."