Artêşa Tirk a dagirker jinek kuşt, kesek jî birîndar kir

Ji ber êrîşa artêşa Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê, jineke 50 salî ya bi navê Remziye Ebdurrehman Omer şehîd bû, Nebî Safîr Şêxo yê 60 salî jî birîndar bû.

Dewleta Tirk a ku ji bo dagirkirina Efrînê êrîş dike, sûcê şer dike.

Duh bi şev bi obusan êrîşî gundê Qeretepe yê Efrînê kir. Ji ber êrîşê Remziye Ebdurrehman Omer a 50 salî şehîd bû, Nebî Safîr Şêxo yê 60 salî jî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker danê êvarê jî bi çekên giran êrîş biribû ser gundên Erendê û Sînka yên navçeya Şiyê, çiyayê Hawar ê Racoyê, gundê Hec Hisna yê Cindirêsê û gundê Xerabê Şera yê Şerayê.