Li Minbicê tûgaya 3’emîn hate îlankirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi navê ‘Tugaya Şehîd Nûrî Esaf Nebawî’ tûgaya 3’emîn îlan kir.

Bi beşdarbûna Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Adil, Ewlehiya Karê Hindir û bi dehan Fermandarên Meclîsê, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 3’emîn tûgaya leşkerî ragihand.

Dewreya perwerdê ya îdeolojî û leşkerî ya 250 şervanan ku 45 rojan dom kir, bi merasîmeke leşkerî qediya.

Piştî merasîma leşkerî Fermandarê  Giştî ya Tûgaya Minbicê Rêzan Minbic axivî û wiha got; “Artêşa Tirk nikare hêza me bişkîne. Em sîstemeke leşkerî ava dikin û demên dîrokî dijîn. Em avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk pîroz dikin.″

Piştî axaftinan şervanan sond xwarin û govend gerandin.