Bomberdûman didome, li 8 eniyan şer giran e
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran û balafiran bombeyan li cih û warê sivîlan ê li Efrînê dibarîne. Li 7 gundan û li navenda Şiyê şerekî dijwar diqewime.
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran û balafiran bombeyan li cih û warê sivîlan ê li Efrînê dibarîne. Li 7 gundan û li navenda Şiyê şerekî dijwar diqewime.
Berxwedana Serdemê di roja 44'emîn de didome. Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi hemû hêza xwe ya teknîkê êrîş dike û hewl dide çeperên berxwedanê bişkênin. Li seranserê xeta berxwedanê; li navenda Şiyê û gundewarên wê, navenda Cindirêsê û gundewarên wê, li navenda Raco, Şera û herêma navbera Bilbilê û Şera topbaran, êrîşên bi çekên giran, bombebarana balafirên şer ji sibe ve didome. Her wiha li ser van herêman bênavber balafirên keşfê digerin.
Artêşa dagirker navenda navçeyên Cindirêsê, Şiyê û Raco bi dehan caran bi balafirên şer û keşfê kir hedef. Bomberdûman hîn jî didome.
Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê li hember êrîşan didomin. Li gundên Mistika û Erendê yên navçeya Şiyê, gundên Hemîlkê û Qiyê yên navçeya Cindirêsê, gundê Hec Xelîl yê navçeya Raco, li gundên Berava û Qelqîna yên navçeya Şera di van kêliyan de şerekî dijwar diqewime. Li navenda navçeya Şiyê jî şer diqewime.