Cenazeyê şervanê QSD’ê Necim Ehmed spartin axê
Bi sedan welatiyên Ebû Xeşeb cenazeyê şervanê QSD’ê Necim Ehmed ku di Pênagava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemad spartin axê.
Bi sedan welatiyên Ebû Xeşeb cenazeyê şervanê QSD’ê Necim Ehmed ku di Pênagava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemad spartin axê.
Bi sedan welatiyên herêma Ebû Xeşeb a girêdayî Dêra Zorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîma veşartina şehîd Necim Ehmed El-Ehmed bûn.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdên azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şervanên QSD’ê merasîmeke leşkerî lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Dêra Zorê, li ser navê QSD’ê, li ser navê Komîteya Jin a girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Necim re hate xwestin û hate gotin ku bi saya berxwedaniya şervanên QSD`ê herêm ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.
Piştre wesîqeta şehadetê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Necim Ehmed El-Ehmed li Goristana Şehîd Xidir El-Hemad bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan hate veşartin.