Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 212 sivîl şehîd bûn

Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku ji dema ragihandina agirbestê ve 33 sivîl şehîd bûne û bi vê re hejmara sivîlên şehîd bûye 212.

Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê ragihand ku ji dema ragihandina agirbestê ve 33 sivîl şehîd bûne û bi vê re hejmara sivîlên şehîd bûye 212.

Di civînê de Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê Ancela Reşo axivî û da zanîn ku ji dema ragihandina agirbestê de, 33 sivîl (di nav de zarokek, 15 jin û 17 mêr) şehîd bûne. Ancela wiha domand, ″Ji dema ragihandina agirbestê de, hejmara şehîd sivîl bû 212 şehîd (di nav de 28 zarok, 25 jin û 159 mêr). Hejmara birîndarên sivîl jî bû 612 (76 zarok, 82 jin û 463 mêr).″

Reşo got ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê, welatî neçar man ku ji malên xwe derkevin û li herêmên bi ewle yên kantonê bi cih bibin. Reşo wiha domand; “Li  herêmê derman kêm e û rewşa şer bandoreke mezin li ser derûniya zarok û jinan kiriye. Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê bi hemû derfetên xwe xizmeta gel dike.”