QSD’ê bersiv da rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û diyar kir ku wan tu carî kesên sîvîl nekirine hedef û ew ê nekin jî.

QSD’ê ragihand ku wan ti carî welatiyên sivîl nekirine hedef û destnîşan kir ku Tirkiye welatiyên sivîl ên bajarê Kîlîsê bi riya dezgehên xwe yên istixbaratî dike hedef da ku raya giştî tevlîhev bike.

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û diyar kir ku wan tu carî kesên sîvîl nekirine hedef û ew ê nekin jî.

Daxuyaniya QSD‘ê wiha ye:

“Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî de ku di 28’ê Sibata 2018’an de bi sernavê “Sûriye: dijwarbûna êrîşa li dijî Efrînê jiyana bi sedan welatiyên sivîl xistiye metirsiyê” hatiye weşandin û tê de QSD’ê tewanbar dike ku deverên sivîl ên bajaroka Ezazê yê Sûriyeyê dike armanc.

Em weke hêzên QSD’ê piştrast dikin ku tiştên di raporê de hatine gotin dûrî rastiyê ne. Me ti carî sivîl nekirine hedef û em ê ti carî nekin hedef. Rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî xwe dispêre çalakvanekî çapemeniyê ku guman dike jêdera fûzeyan ji Efrînê ye û zimanekî giştî û gumanan bi kar tîne. Ev jî weke belgeyeke avêtina fûzeyan nayê qebûlkirin.

Di naveroka raporê de wiha tê gotin: ‘Topbarana li dijî Ezazê ji aliyê Kurdan ve dest pê kiriye… min êrîşên herî dijwar dîtin. Siwareyek bi fûzeyek Partiya Karkerên Kurdistanê, hate derbkirin.’

Çavdêriya dermansazekî di derbarê tiştên dibêje de nehatiye piştrastkirin.

Her wiha di naveroka raporê de wiha tê gotin: “Seîd dermansazek e û di nexweşxaneya nexweşiyên derûnî de dixebite û guman dike ku hêzên leşkerî yên Kurdî li hemberî êrîşa li dijî nexweşxaneyê berpirsiyar in.”

Tevî vê yekê hêzên QSD’ê beriya niha jî di gelek daxuyaniyên fermi de ragihand ku di bin çi sedemê de be jî ew ti carî welatiyên sivîl nake hedef.

Berpirsê Têkiliyên Derve ya QSD’ê Rêdûr Xelîl bi daxuyaniyekê di 25’ê Çileya 2018’an de wiha ragihand: “Dewleta Tirk rewşeke hîsterîk dijî û ji ber ku ti pêşketineke leşkerî di êrîşa xwe ya li dijî Efîrnê de bi dest nexistiye, nemaze ji ber berxwedana leheng a şervanên wan û berxwedana gelê Efrînê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide rêbazên qirêj ên derexlaqî ku hemû nirx û pîvanên navnetewî binpê dike dide meşandin û sûcên şer li dijî welatiyên sivîl ên Efrînê pêk tîne û çekên giran û balefiran hewl dide welatiyên sivîl neçarî koçberiyê bike. Her wiha welatiyên sivîl ên bajarê Kîlîsê yê Tirkiyeyê ya nêzî Efrînê bi riya dezgehên xwe yên istixbaratê armanc digire da ku raya giştî tevlîhev bike û weke hincet ji bo êrîşa xwe ya li dijî Efrînê bi kar bîne. Bi taybet ji ber ku piraniya welatiyên Kîlîsê koçberên Sûriyeyê ne. Divê raya giştî vê rastiyê nas bike û bi van kiryarên qirêj ên dewleta Tirk neyê xapandin û raya giştî baş nas dike ku hêzên me ti carî welatiyên sivîl nake hedef.

Dewleta Tirk her wiha koçberên Sûriyeyê yên di kampên li Tirkiyeyê de bi cih bûne bi darê zorê beşdarî nava komên çete dike û ji xwe re bikar tîne û bi vê yekê hemû nirx û pîvanên navnetewî binpê dike. Ev jî weke sûcekî şer e û li gorî qanûna navnetewî û qanûna mirovahiyê divê were cezakirin.

Destdirêjiya Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê eşkere kir ku rewşa qanûnî ya navnetewî gelekî lawaz e. Li gorî qanûna sîstema rêxistinên navnetewî yên peywendîdar ên girêdayî rewşa mirovahî, diviyabû bê alî û ne siyasî be. Her wiha diviyabû xebatên xwe yên mirovahî dûrî alîgirtiya siyasî û berjewendiyên navnetewî bimeşîne. Lê eşkere dibe ku xebatên rêxistinên mirovahî ji ber alîgirtiya siyasî felc bûye. Di encamê de ji aliyê din ve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê di derbarê pêkanîna hevpeymanên navnetewî de yên girêdayî xwedîderketina li pîvan û nirxên navnetewî ji erka Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ye ku çavdêriya destdirêjiya hikûmeta Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê bike û armanca hebûna wê di Sûriyeyê de nas bike. Her wiha rapora xwe li ser bingeheke objektîf û bi belgeyên qanûnî û berdest piştrast bike û ji mirovahiyê û bêalîtiyê ve nêzîk be, ango ne li ser bingeha gumanan û çavdêriya hin kesên propagandeya hemleya Tirkiyeyê dikin û girêdayî hin komên terorîst in.

Em weke Buroya Qanûnî ya QSD’ê ji Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahî re dibêjin ku zulmeke mezin e ku berxwedêr û êrîşkar weke hevûdu bêne destgirtin. Her wiha çete û parêzvanên rûmet û kerametê weke hevûdu bêne destgirtin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û QSD’ê ji giştî cîhanê re ragihandin ku bi hemû îradeya xwe bi aştî, jiyana hevbeş û li dijî şer tevdigerin. Lê mixabin Tirkiye û komên çete yên girêdayî wê di destdirêjiya xwe de bi israr bûn û gelek komkujî li dijî welatiyên sivîl pêk anîn. Dewleta Tirkiyeyê bêyî ku ti hinceteke wê ya qanûnî hebe şer da destpêkirin. Ji mafê hêzê me ye ku parastina gel û axa xwe bike. Her wiha hêzên me her tim piştrast dikin ku ew ti carî welatiyên sivîl nakin hedef. Evan destdirêjî ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin weke çawa terorê ava kiriye û rêveberiya wê dike. Hêzeke leşkerî weke artêşa Tirkiyeyê ku rojane bi dehan sivîlên Efrînê dikuje, dikare 4 kesên din li Ezazê, Kîlîsê yan Rîhaniyê bikuje û yekîneyên berxwedêr tewanbar bike da ku raya giştî ya cîhanê tevlîhev bike.”