Gelê Helebê ji bo Efrînê daket qadan
Bi sedan welatiyên bajarê Helebê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daket qadan û ‘Berxwedana Serdemê’ ya şervanên YPG/YPJ, QSD û gelê Efrînê silav kir.
Bi sedan welatiyên bajarê Helebê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daket qadan û ‘Berxwedana Serdemê’ ya şervanên YPG/YPJ, QSD û gelê Efrînê silav kir.
Ji bo piştgirîdayîna ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk îro bi sedan gelê Helebê daket qadan. Gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’, alên YPG/YPJ’ê hildanû li pêşiya Hola Civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûdê li hev civiyan.
Gel piştre li kolanên taxê geriyan û bi dirûşmeyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî komkujiyên sivîlan şermezar kirin.
Gel li pêşiya Meclîsa Şaredariya Helebê ya rojavayê Taxa Şêxmeqsûdê rawestiya, ji birînana şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Meclîsa Giştî ya Partiya PYDꞌê Îsa Mistefa û Rêvebirê Yekîtiya Ciwanên Rojava Ehmed Îbrahîm axivîn.
Axaftvanan ‘Berxwedana Serdemê’ ya gelê Efrîn û şervanên wê silav kir. Axaftvanan dan zanîn ku bi saya fedekariyên şehîdan, berxwedana gel û şervanên di xetên pêşîn de Efrîn wê bi ser bikeve, Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibe û wan bike mînak ji her kesê ku hewl bide êrîşî vî gelê berxwedêr û bi vîn bike.
Meşa gel bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ bi dawî bû.