Cenazeyê şervanên YPG’ê Xelef û Şêrhat hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Xelef ( Fîdayî) û Amir El-Selîm (Şêrhat) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Xelef ( Fîdayî) û Amir El-Selîm (Şêrhat) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.
Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Mihemed Xelef ( Fîdayî) û Amir El-Selîm (Şêrhat) ku di Pêngava Bagera Cizîrê (25-28’ê Sibat) de şehîd bûbûn, ji navenda Meclîsa Malbatên şehîdan wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Li goristanê karwanê cenazeyê şervanên YPG’ê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Armîn Mardo axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got şehadet tişta herî giranbuha ye.
Fermandarê YPG’ê Birûsk Hesekê jî axivî û wiha got; “Em mafdar in, tu kes nikare me bişkîne, em canê xwe ji bo aştî û aramiyê feda dikin. Em soz didin heya dawiyê şopdarên şehîdên xwe bin.”
Di merasîmê de li ser navê PYD‘ê Şêxmûs Ehmed jî wiha got “Em bejna xwe li hemberî berxwedaniya şehîdan ditewînin, şehîdên me bi armanca avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad xwe feda kirin.”
Nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di merasîmê de, nasnameya şehîdekî YPG‘ê bi navê Şiyar Hesekê (Mihemed El-Eswed) hate ragihandin. Bi navê malbata şehîd Mihemed El-Eswed, bavê wî Hemdo El-Eswed, soza şopandina xeta şehîdan da.
Bi navê malbata şehîd Amir El-Selîm, xwişka şehîd Xewla, şehadeta birayê xwe li gelê Bakurê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind e.
Girseya gel cenazeyên herdu şehîdan bi dirûşmeyên dilsoziya şehîdan re spartin axê.