Cenazeyê şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmekê spartin axê

Cenazeyê sê şervanên YPG’ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Delîs Saroxan spartin axê.

Welatiyên ku li pêşiya Mala Gel a Enteriyê kom bû, cenazeyê şervanên YPG’ê Silêman Ibrahîm (Sînor), Hanî El-Feran (Kadoz) û Rebî Xidir (Rêdûr) ên 28’ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo Rizgarkirina bajarê Dêra Zorê de şehîd bibûn wergirtin.

Girseya gel bi karwaneke biheybet cenazeyên şehîdan ên xemilandî, ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin ser rê. Li goristanê bi dehan gel bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd nemirin” darbesta şehîd pêşwazî kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanê YPG’ê ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mesûn Hesen, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Abdulkerîm Umer û li ser navê YPG’ê Mistefa Qamişlo axivîn.

Di axaftina de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û bal kişand ser berxwedana gel a hemû pêkhateyên Sûriyeyê.

Piştre jî nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin û şûnde cenazeyê şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namire” û tilîliyên dayikan ve spartin axê.