'Efrîn ji bo hemû Sûriyeyê li ber xwe dide'

Hîkmet Habîb: Berxwedana Efrînê berxwedana gelên me ye ku bi hêza xwe û îradeya jiyana azad a demokratîk tê kirin. Lewma îradeyeke bê hempa derxistiye holê û wê teqez bi ser bikeve.

Endamê Konseya Serektiyê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Sekreterê Giştî yê Konseya Netewî ya Ereb Hîkmet Habîb êrîşên 44 rojan ên li ser Efrînê, armancên wê û Berxwedana Serdemê ji ANF’ê re nirxand.

‘TIRKIYE LI DIJÎ EFRÎNÊ DAÎŞ’Ê BI KAR TÎNE’

Habîb got dewleta Tirk di şerê wekaletê yê Sûriyê de hêza sereke ya şer DAÎŞ’ê li dijî Efînê bi kar tîne û got, ‘’DAÎŞ li ser navê hikûmeta Tirk li Sûriyê şerê wekaletê dikir. Dewleta Tirk DAÎŞ’iyên ku ji çar hêlên cîhanê dihatin û endamên dî yên rêxistinê terorê ji ser xeta sînor a 910 km derbasî Sûriyê dikir û alîkar dida wan. Ji wan weye ku DAÎŞ têk naçe.

Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG-YPJ’ê li xwedêgiravî paytexta wan Reqayê ew têk birin. Vê jî dewleta Tirk aciz kir. Tirkiyê li Sûriyê tiştek bi dest ve neanî. Ji bo vê jî derdorên ku ji DAÎŞ’ê reviyane, ên komên çekdar bi navê Artêşa Azad a Sûriyê, Muxalefeta Sûriyê, Artêşa Millî dîsa anî ser hev û rêxistiniya wan kir. Niha bi van yanî bi DAÎŞ û Nûsra dîsa êrîşê bi ser Efrînê de tîne. Ji hêlekê ve jî bi rengekî trajîkomîk îdîa dike ew hem li dijî YPG’ê û hem jî li dijî DAÎŞ’ê şer dike.

‘DEWLETA TIRK DAGIRKER Û YPG ZAROKÊN VÊ GELÎ YE’

Habîb got dewleta Tirk bi êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê re dixwaze Efrînê weke Idlib, Cerablûs, Bab û Ezazê dagir bike û ji bo ku hincetê ji vê re çêbike dixwaze YPG’ê bi rengê ‘terorîst’ ragihîne. Habîb got, ‘Hikûmeta Erdogan dixwaze xeyalên împaratoriya Osmanî zindî bike. Em hemu gel dibêjin ev projeya Tirk a dagirkeriyê ye û ji bo herêmê ji bo ewlehiyê gefek e.’’

HESABÊN RÛSYA JÎ Û YÊN KU BÊDENG DIMÎNİN JÎ HEYE

Habîb li ser têkiliyên Rûsya û Tirkiyê yên li dijî gelên Sûriyê û li ser bêdengiya dewletên navnetewî got, "Niha Tirkiyê û Rûsya li ser berjewendiyên tifaqek danîne. Rûsya berjewendiyên stratejîk ên bi gelên Sûriyê re ji neditî ve hat û berê xwe da berjwendiyên xwe." Habîb bi berdewamî got, "Her wiha ev êrîş bi bêdengiyekê pêk tên. Bi taybetî jî koalîsyona navnetewî bêdeng e, ev jî ji bo berjewendiyên wan in. Lê berxwedana mezin a Efrînê hesabên veşartî derxiste holê."

‘BERXWEDANA EFRÎNÊ JI NIHA VE JI BO HEMÛ GELÊ SÛRIYÊ BI SER KETIYE’

Hîkmet Habîb got hemû gelên Sûriyê destekê didine Berxwedana Efrînê û got hemû derdorên li Bakurê Sûriyê û bi taybetî yên herêma Cizîrê ji bo ku pişta berxwedana Efrînê bigirin berê xwe dane Efrînê. Habîb got têkiliyên wan bi herêmên navîn ên Sûriyê re jî hene û yên wir jî bi hijmetkarî li Berxwedana Efrînê dinerin. Habîb got, ‘Efrîn bajarekî Sûriyê ye. Gelê Efrînê ji bo hmeû gelên Sûriyê li ber xwe dide. Gelên me hay ji vê hene.’’

Habîb got qada navnetewî jî li bara berxwedana Efrînê bi hijmetkarî nêz dibe, li dijî Efrînê çekên herî giran têne bikaranîn lê li bara berxwedana bi çekên jirêzê dewleta Tirk pir zor lê dibe. Habîn got li dijî êrîşên dewleta Tirk qehremaniyên mezin çêdibin û got, ‘’Avesta Xabûr û Barîn Kobanê bûne sembola berxwedana wir. Van hêlan kir ku Berxwedana Efrînê bibe Berxwedana Serdemê û ev berxwedan di demeke kurt de wê bandorê li hevsengan bike.’’

‘BERXWEDANA EFRÎNÊ BI HÊVÎ Û HÊZA AZADIYÊ YA BERXWEDAN GELAN ÇÊBÛ’

Hîkmet Habîb Berxwedana Efrînê bi gelan, bi hêzên gelan ên parastinê QSD û YPG’ê pêk hatiye û got, ‘’Hin organên çapemeniyê dibêjin ev projeya Kurd e. Ev şaş e. Rast e pêşengiya vê projeyê Kurdên welatparêz ên Sûriyê krin. Lê projeya wan demokratîk e û ji bo hemû Sûriyê ye. Ji bo vê jî hemû gelên Sûriyê ev proje ecibandin, lê xwedî derketin û bûne parçeyek ji vê. Ev proje ne projeyeke netewî ye û xwe naspêrê netew-dewletê.’’

‘EM Ê SÛRIYEYEKE FEDERAL Û DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Hîkmet Habîb herî dawî got: ‘’Em ez bang li hemû derdorên gelên Sûriyê dikim: Li Bakurê Sûriyê projeya demokratîk û welatparêz li gel hemû êrîşan jî jiyanî bûye û dixwazim carekê dî vê ji bo wan ragihînim. Ev proje ji bo çareseriyê rêyeke rast e û her wiha ez bang li hemû derdoran, bi taybetî jî bang li gelê Ereb dikim ku destekê bidine Berxwedana Serdemê. Em ê bi berdewamî projeya xwe ya demokratîk ava bikin û Berxwedana Serdemê wê bi ser bikeve û em ê Sûriyeyeke federal û demokratîk ji bo hemû Sûriyeyiyan ava bikin.’’