QSD'ê nasnameya 7 şehîdên Berxwedana Serdemê eşkere kir

Nasnameya 7 şervanên di Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûn hate eşkerekirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, artêşa Tirk a dagirker tevî komên xwe yên terorîst, li ber bêdengiya raya giştî û hêzên navneteweyî bi rengekî bê navber li Efrînê sivîlan dikuje.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser berxwedana şervanên QSD'ê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê û hate destnîşankirin ku şervanên QSD'ê efsaneyên lehengiyê diafirînin.

QSD'ê ragihand ku 7 şervanên wan ên bi xwîna xwe axa Efrînê av dan, di berxwedana dijî terora dewleta Tirk de şehîd bûn û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz xwest.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

ARMANC-ŞEREWA

Nasnav: Armanc Şêrawa

Nav û paşnav: Xidiro Şeo

Navê dayikê: Gulê

Navê bav: Osman

Cihê jidayikbûnê: Gundê Mazin- Şêrawa

Cih û dema şehadetê: Cindirês – Gundê Hemîlka/ 2‘yê Adara 2018

DILŞER-EFRİN

Nasnav: Dilşêr Efrîn

Nav û paşnav: Şiya Yûsif

Navê dayikê: Helîma

Navê bav: Menan

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dema şehadetê: Şera-Gundê Ereb Wêran/27‘ê Sibata 2018

HARUN-LELUN-

Nasnav: Harûn Leylûn

Nav û paşnav: Hesen Hisên

Navê dayikê: Nazilê

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Şêrawa

Cih û dema şehadetê: Cidirês- Gundê Hemlîka- 28‘ê Sibata 2018

BIROSTE-XEMGİN

Nasnav: Berûsa Xemgîn

Nav û paşnav: Jolya Siko

Navê dayikê: Esûma

Navê bav: Menan

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dema şehadetê: Şera- Gundê Omera/24‘ê Sibata 2018

EŞREF-AMARA

Nasnav: Eşref Amara

Nav û paşnav: Diya Umer

Navê dayikê: Emîna

Navê bav: Fayiq

Cihê jidayikbûnê: Bilbilê

Cih û dema şehadetê: Raco- Gundê Mamela/ Çile 2018

ŞIYAR-AMANOS

Nasnav: Şiyar Emanûs

Nav û paşnav: Avşar Mustefalo

Navê dayikê: Gulê

Navê bav: Şabo

Cih û dema şehadetê: Raco- Hecer Etreş/ Çileya 2018

ROJHAT-MASİRO

Nasnav: Rojhat Maysro

Nav û paşnav: Selîm Baran

Navê dayikê: Behiya

Navê bav: Sebirî

Cih û dema şehadetê: Şiyê- Îzaa/ Çileya 2018