Artêşa Tirk a dagirker êrîşî girseya gel a diçe Cindirêsê kir
Bi hezaran kes ji navenda Efrînê ber bi navçeya Cindirêsê ve bi rê ketin. Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî gel kir.
Bi hezaran kes ji navenda Efrînê ber bi navçeya Cindirêsê ve bi rê ketin. Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî gel kir.
Bi hezaran Efrînî danê vê sibehê li ber nexweşxaneya Dersimê ya li navenda bajarê Efrînê li hev civiyan û ber bi navçeya Cindirêsê ve bi rê ketin ku bomberdûman û şerekî giran lê heye.
Beriya girseya gel bi rê bikeve, Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mistefa Hesen axivî.
Hesen bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê û anî ziman ku êrîş li cih û warê sivîlan tê kirin û heta niha bi sedan sivîl hatine kuştin.
Hesen got, gel û şervanên Efrînê wê heta dawiyê li ber xwe bidin û ti carî rê nedin dagirkeran.
Girseya gel piştî axaftinê bi konvoyê berê xwe da navçeya Cindirêsê. Lê belê artêşa Tirk a dagirker topên obusê avêt konvoyê.
Tê gotin, ji ber êrîşê tiştek bi kesî nehatiye.