Li Cindirêsê bi hezaran kes meşiyan
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kes li Cindirêsê kom bûn û bi armanca xwedîderketina li ‘Berxwedana Serdemê’ di bin bombebaran û topbaranê de meşiyan.
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kes li Cindirêsê kom bûn û bi armanca xwedîderketina li ‘Berxwedana Serdemê’ di bin bombebaran û topbaranê de meşiyan.
Bi hezaran kes ji Efrînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Cindirisê kom bûn û meşek li darxistin. Îro li pêşiya Nexweşxaneya Dersîm a li Efrînê gel kom bûn û bi karwaneke wesayîtan ber bi Cindirêsê ve ketin rê.
Li gundê Kanê Kurdkê yê navçeya Cindirêsê bi hezaran kesan dest bi meşê kirin û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên YPG/YPJ’ê û pankarta ‘Serketin wê ya Berxwedana Serdemê be’ vekirin.
Bi hezaran kesan guh nedan bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker û bê navber dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ qîrkirin. Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Efrînê Osman Şêx Îsa û Endama Meclîsa Qanûnçêkirinê Mûşîra Mela Reşîd axivîn.
Bi hezaran kesên navçeyê piştî axaftinan bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Cindirêsê’ û ‘Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê’ tevî bombebaran û topbaranê meşa xwe domandin.