ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê êrîşên dewleta Tirk bibin belge
Hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordînekirina Meclîsa Edaletê wê sûcên şer ên dewleta Tirk bikin belge. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê 2 leşkerên Sûriyeyê kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Tirwaziyê ya Girê Spî 2 leşkerên Sûriyeyê revand û piştre li ser rêya M4 ew kuştin. -
Bîlançoya roja 32’emîn a Berxwedana Rûmetê hate eşkerekirin
QSD’ê bîlançoya roja 32’emîn a Berxwedana Rûmetê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Qizalî û Mişêrfa kirine û dagirkeran li vê derê derbeke giran xwarine. -
Li Silûk û Ezazê teqîn, êrîşî Til Temirê tê kirin
Li Silûka Girê Spî ya ku dewleta Tirk a dagirker êrîş kiribû, li nêzî firinekê teqînek pêk hat. Hate diyarkirin ku gelek kes mirine û birîndar bûne. Di heman demê de êrîşî gundên Til Temirê jî hate kirin. -
HRE: Li Ezazê serçeteyek hate kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku hêzên wan li Ezazê çalakiyek li dar xistine ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. HRE’yê diyar kir ku serçeteyekî Firqet El Şimal ê girêdayî Tirkiyeyê hatiye kuştin. -
Darên zeytûnan ên gundên Zirganê bêxwedî ma
Ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker erdên li gundên Zirganê bêxwedî man. Baxçeyên zeytûnan jî hatin berdan. -
Li dijî Til Temirê êrişeke giran heye
Dewleta Tirk a dagirker êrişeke giran li gundê Dilara û gundikên wê yên Til Temirê dike. -
Til Temir hate bombekirin, li Zirganê mayina dagirkeran teqiya
Rejîma Tirk a dagirker bombe li çar gundên Til Temirê barand. Ji bo gundekî jî sewqiyata çekên giran kir. Li navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ji ber teqîna mayineke dagirkeran du leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn. -
MÎT hewl dide li Rojava 'Kembera Tirkan' ava bike
MÎT û Îdareya Koçê dixwazin malbatên çeteyan ên ji komarên Tirkî anîne, li xeta ji 5 kîlometreyî ya li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bikin û bi vî rengî 'Kembera Tirkan' ava bikin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Reqayê spartin axê
Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiya ya gundewarê bakurê Reqayê spartin axê. -
Balafirên keşfê bombe li gundê Qasimiyê ya Til Temir dibarîne
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk bombe li gundê Qasimiyê ya Til Temir dibarîne. -
Xwepêşandanên gel ên li Ewropa li dijî dagirkariya Tirk didomin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Frankfûrt, Stûttgart û Kîel ên Elmanyayê û Paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev êrîşên qirker û dagirker ên Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyey protesto kirin. -
Cenazeyê 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê veşartin
Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat a li Dêrikê bi merasîmeke heybet veşartin. -
Gelê Serêkaniyê dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kirin
Gelê Serêkaniyê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirî, daketin qadan, dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kirin. -
Li Minbicê şehîdê Berxwedana Rûmetê spartin axê
Bi sedan şêniyên bajarê Minbic û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed Hisên El-Casim (Mihemem Minbic) spartin axê û ji bo şehîd Berq Ebdulfetah Hezûrî (Firat Minbicê) merasîmek hate kirin. -
Li bajarokê Hîşa SÎHA li sivîlan da: 2 sivîl şehîd, 5 jî birîndar bûn
Dewleta Tirk û çeteyên wê bi SÎHA’yê li bajarokê Hîsa ya dikeve başûrê rojhilatê Eyn Îsayê bombe li sivîlan barandin. Di bomberdûmanê de 2 sivîl şehîd, 5 jî birîndar bûn. -
Dagirkeran gelek sivîl qetil kirin
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê êrîş bire ser gelê ku li dijî dagirkeriyê meşiyan. Di êrîşê de gelek sivîl şehdî û birîndar bûn. -
Jeffrey li Enqerê ye, artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş dikin!-NÛ BÛ
Nûnerê Taybet ê Sûriye yê DYE’yê James Jeffrey li Enqerê beriya hevdîtina bi rayedarên Tirk û çeteyên wê re pêk bîne, artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî gundên Til Temirê dest bi êrîşeke dorfireh kiriye. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet veşartin
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 8 şervanên QSD`ê ku di Berxwedana Rûmetê şehîd bûbûn de li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, bi merasîmeke heybet veşartin. -
2 serbazên hêzên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn
Di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de serbazên rejîma Sûriyeyê Yarbay Ahmed Şerîf Ahmed (59) û Albay Ekîd Munîf Mensûr birîndar bûn. -
Di 24 saetên dawî de 5 çete hatin kuştin tankek hate derbkirin
QSD’ê encamên çalakiyên şervanên QSD’ê yên di çarçoveya parastina rewa û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên 24 saetên dawî eşkere kir. -
3 leşkerên rejîma Sûriyeyê mirin
Di êrîşên dagirker de 3 leşkerên rejîmê mirin û 4 kes jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk 8 leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundên Til Temirê kirin. Ji ber êrişan 8 leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn. -
Balafirên şer ên bêmirov ên Tirk bajarokê Hîşê bombe dikin
Balafirên şer ên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li bajarokê Hîşê yê li başûrê Eyn Îsayê dibarînin. Li bajarok rejîma Sûriyeyê û hêzên Rûs hene. -
Balafira şer a bêmirov a Tirk li wesayiteke rejîmê xist -NÛ BÛ
Balafira şer a bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li wesayiteke rejîmê xist ku çekên giran tê de bû. Êriş li gundê Dirdara qewimî. Li gundê Um Şihefa jî êrişên giran tên kirin.